‘Girtina rêyên bazirganiyê projeyên çandiniyê asteng dike’ 2020-11-20 09:04:15   Raperîn Bekir   ŞEHBA - Ji Rêveberiya Desteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê, Îman Hisên, li dijî girtina rêyên bazirganiyê ya ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve bertek nîşan da û got: ”Rejîma Sûriyeyê rêyên bazirganiyê yên li ser Şehbayê digire. Ev jî dibe sedema astengiyên li pêşiya anîna pêdîviyên jiyanî û projeyên çandiniyê.”   Şêniyên Şehbayê bi riya çandiniyê û xwedîkirina lawiran jiyana xwe bi rê ve dibin. Piştî koçberiya gelê Efrînê ya ji herêmê re û bicihbûna wan a li Şehbayê, êdî hîn zêdetir projeyên çandiniyê li wê derê pêş ketin. Rêveberiya Xweser ji bo xwedîderketina li gelê herêmê gelek alîkariyên pêşxistina çandiniyê pêşkêş kir. Li gel vê yekê gelek astengî di aliyê dorpêça ji aliyê Rêjîma Sûriyeyê ya li ser Şehbayê derdikevin pêş.Rejîma Sûriyeyê nahêle madeyên esasî derbasî herêmê bibin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Desteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê Îman Hisên, li dijî girtina rêyên bazirganiyê ya ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve bertekên xwe nîşan da û nêrînên xwe ji me re parve kir.      ‘Rêjîma Sûriyeyê sîstema birçîbûnê dide meşandin’    Îmanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çandiniyê ya li Şehbayê û ev tişt got: ”Di demsala zivistanê ceh û genim tê çandin û di van deman de em dest bi çandiniya xwe dikin. Me bi giranî di çandiniya xwe de, çandina genim girt dest, ji ber girtina rêyên bazirganiyê ku ne diyar e wê kenî vebin. Ev yek gelek zehmetiyan bi me re dide jiyîn, ji ber madeyên esasî û pêdîviyên jiyanî derbasî herêmê nabin. Rêjîma Sûriyeyê sîstema birçîbûnê li ser me dide meşandin. Lewra em tiştên esasî niha diçînin, da ku ev gel rastî qirîzên mezin neyên û jiyana xwe bidomînin.”   ‘Madeyên şewtandinê jî derbasî herêmê nabin’    Îmanê destnîşan kir ku zehmetiyên gel dibînin ne tenê peydakirina madeyan e, her wiha madeyên şewitandinê jî  derbasî herêmê nabin û wiha domand: ”Alozên ku em pê re dijîn ne tenê di aliyê çandiniyê de ye, her wiha Rêjîma Sûriyeyê nahêlê ku gaz, mazot û hemû madeyên şewtandinê jî derbasî herêmê bibe. Bi sedema van pirsgirêkan pêdiviyên gel nayên peydakirin. Li gor derfetên xwe em xizmeta civaka xwe dikin, lê ev yek jî têrê nake. Em bi hêvî ne ku zextek li ser rêjîmê bê kirin, da ku em bikaribin  ji van aloziyan re bibin bersiv.”   ‘Li Şehbayê dan û sitandinên bazirganiyê kêm in’   Jina bi navê Meryem Hisên a ku di çandina bexçeyê sîran de dixebite diyar kir ku ji ber dorpêça li Şehbayê derfetên dan û sitandinên bazirganiyê kêm in û got: “Dorpêça li ser Şehbayê gelek zehmetiyên jiyanî derdixe holê. Li vê derê dan û sitendinên bazirganiyê kêm in, ev yek jî derfetên kar lawaz dike. Niha em li bajaroka Tel Rifaetê sîrê diçînin.  Ev dê weke alîkarî ji bo gel bê belavkirin.”