Tiştên ji tundiya dewletê man: Koçberî, komkujî, pişavtin... 2020-11-20 09:02:15   Dilan Babat-Hikmet Tunç   WAN - Jinên ku dan zanîn ji ber pergala cerdevantiyê li gundên wan tundiya dewletê ketiye meriyetê û mecbûr mane koç bikin dan zanîn ku tundî hîn dewam dike. Jinan diyar kirin ku di salên 80'ê de wan jiyana xwe li paşiya qamyonekê bar kirine û bal kişandin ser hatina gel hevdu ya jinan û avakirina zincîra li dijî tundiyê.    Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, jin li qadan amadekariyan dikin. Her roja ku derbas dibe li tevahiya cîhanê  şîdet, kuştin, tecawiz û êrîşên li hemberî jinê zêde dibin. Li Tirkiyeyê jî heman tablo heye. Tabloya derketî holê bi taybetî nîşaneya polîtîkayên dewletê ye. Bêcaza hiştin û kêmkirina cezayan dibe sedem ku bûyer zêde bibin. Ya herî girîng jî şîdeta ku li herêmê pêk tê. Li herêmê bi taybetî ji ber polîtîkayên şer ên taybet şîdeta li hemberî şêniyan bêtir zêde ye. Li her taxên Wanê koçber hene. Ji ber şer di salên 90'î de ne çar man ku gund û warê xwe terk bikin. Her wiha şêniyên ku nexwestin bibin cerdevan berê xwe dan taxê Wanên li vir bi cih bûn.    'Ji ber qedexeyê em nikarin biçin gund'   Mukadder Abî ji gundên Feraşînê ya Bêtuşebab a Colemêrgê koçberê Wanê bûye û gelekî bêriya gundê xwe dike. Mukadder, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha ji ber ku qedexe heye nikare biçe gundê xwe. Di navbera gundiyan de tifaqekê xurt hebû. Me nanê xwe û xaniyê xwe parvedikir. Tirsa kesekî tunebû. Xwezayekî jiyana me ya hevpar di nava gund de hebû. Kesekî biyanî li gund tunebû.    'Kenan Evren zilmeke mezin kir'   Mukadder, diyar kir ku piştî darbeya 12'yê Îlona 1980'an ê Kenan Evren jiyan serûbinî bû û got: "Kenan Evren li hemberî kurdan zilmeke mezin kir. Ne zarok, ne xwendekar û ne jî ciwan man. Ji ber tirsê gelek kes cih û warê xwe terk kir. Kesên ku gundê xwe terk nekirin jî nobedariya gundê xwe digirtin. Piştre me yek bi yek gundê xwe terk kir û me berê xwe da bajaran. Me hewl da ku em li bajaran jiyanek din avabikin. Be sewalên xwe li komyanona barkir û em hatin Wanê. Em di nava sewalên xwe de razan ku heta ku em ji xwe re xaniyek çêkin.    'Nedihiştin ku em bi kurdî biaxivin'   Mukadder, da zanîn ku li bajêr jî tirsek hebû û wiha tirsên xwe anî ziman: "Me nedikarî em li dervê cil û bergên xwe yên kurdewarî li xwe bikin. Ji ber ku vê demê qedexe bû. Nedihiştin ku em bi kurdî biaxivin. Tiştên ku aîdê kurdan çiye dixwestin ji holê rakin. Rewşa jinan jî bêtir xirab bû nedikin biçin cihekî. Lê niha hinek ji bo jinan rewş guheriyê jin dikarin biçin cihan û dikarin danûstandinê bikin. Lê belê rastiyek heye ku bi saya Abdullah Ocalan zilma ku li hemberî kurdan pêk hatî hat dîtin. Bi têkoşîna me dît ku gelek tişt guherî. Niha em dikarin zehmet be jî bi zimanê xwe li nexweşxaneyan xwe bînin ziman."    'Li ber çavên zarokên wî hevjînê min kuştin'   Perîşan Ozlu, ji zozanên Binevşê ya Colemêrgê koçberê Wanê bûye û wiha serpêhatiyên xwe anî ziman: "Ez gelek bêriya cih û warê xwe dikim. Axa me bi bereket bû û me debara xwe dikir. Me tu carî nedixwast ku em cih û warê xwe terk bikin lê em neçar man. Hevjînê min di encama îşkenceyê de hat qetilkirin. Di dema Evren de gund hatin şewitandin. Hinek mirov hatin îşkencekirin û hinek jî hatin kuştin û malên wan hatin şewitandin. Her wiha ajalên me jî şewitandin. Min zarokên xwe girtin û ez hatim Wanê. Tenê bi kincên li ser zarokê xwe min hewil da ez jiyaneke nû biafirînim. Em hatin Wanê lê dîsa jî dewletê dev ji me berneda. Dema gund şewitandin hevjînê min bi îşkenceyê kuştin. Li ber çavên zarokên wî hevjînê min kuştin. Hevjînê min kuştin û zarokên min jî tim digirin."   'Tu der nabe wekî axa mirov'    Şirin Abi ya ji Gundê Astengeyê yê Colemêrgê koç kir da zanîn ne gundê wan tenê gelek gundên kurdan hatin şewitandin û wiha got:"Dema gund şewitandin cerdevantî ferz kirin. Yên ku qebûl nekirin ji gund hatinavêtin. Berê li gundan ajal çavkaniya debarê bûn. Lê niha ji ber vî şerî û vê zilmê êdî mirov nikarin debara xwe bikin. Ev zilim hîn dewam dike. Her zarokeke malbatekê di girtîgehan de hatine kuştin. Li gund herkes bi zimanê hevdu dizanin. Loma dema mirov diçe dereke din avakirina jiyana li wir zor e. Tu der nabe wekî axa mirov."   'Navên zarokên me bi kurdî ye lê zimanê wan bi tirkî ye'   Şirinê da zanîn ku dewlet zilmeke mezin li jinan dike û wiha dewam kir:"Dema me kincên xwe li xwe dikir em dibûn hedef. Li dijî vê zilmê divê em ne dev ji ziman ne jî ji çanda xwe berdin. Divê em nehêlin zarokên me asîmîle bibin. Bila herkes bi zarokên xwe kurdî biaxive yan na ew ê ev ziman bê jibîrkirin. Navên zarokên me bi kurdî ye lê zimanê wan bi tirkî ye. Divê dayik dev ji ziman û çanda xwe bernede."   'Divê jin vê zincîra qirêj bişkînin'   Şirinê bi lêv kir ku ne tenê di 25'ê Mijdarê de divê jin di hemû rojan de li dijî polîtîkayên li dijî jinê li ser piya bin û wiha got:"Divê êdê hemû jin bên gel hevdu. Heta jin azad nebin jiyan azad nabe. Loma divê jin ji bo mafê xwe li ser piya be. Jin di her qadê de zilmeke mezin dibîne. Divê êdî em ji vê yekê re bibêjin bes e."