ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-20 09:00:00   * Zarokên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encama şerê li herêmê de sêwî mane bi minasebeta roja Zarokan ya Cîhanî de wiha gotin: "Em bi vê boneyê maf, zaroktî, welat, malbat, jiyan, aramî, ewlehî û aştiyê dixwezin."    *Jinên ku dan zanîn ji ber pergala cerdevantiyê li gundên wan tundiya dewletê ketiye meriyetê û mecbûr mane koç bikin dan zanîn ku tundî hîn dewam dike. Jinan diyar kirin ku di salên 80'ê de wan jiyana xwe li paşiya qamyonekê bar kirine û bal kişandin ser hatina gel hevdu ya jinan û avakirina zincîra li dijî tundiyê.  BI DÎMEN    * Ji Rêveberiya Desteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê, Îman Hisên, li dijî girtina rêyên bazirganiyê ya ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve bertek nîşan da û got: ”Rejîma Sûriyeyê rêyên bazirganiyê yên li ser Şehbayê digire. Ev jî dibe sedema astengiyên li pêşiya anîna pêdîviyên jiyanî û projeyên çandiniyê.”BI DÎMEN    *Jinên amadekiriya qadan a ji bo 25'ê Mijdarê dikin, diyar kirin ew li hêviya hemû jinan e ku li qadan bi hev re li dijî tundiyê biqêrin û wiha gotin."Bila ev roj roja şiyarbûna li dijî tundiyê be. Bijî têkoşîna jinê."BI DÎMEN    *Endama Rêveberiya Komîteya Zarokan a Qada Civakî, Culiya Xelo Roja Mafê Zarokan a Cîhanê li hemû zarokan pîroz kir û got: "Ez vê rojê li tevahî zarokan û bi taybet li zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikim. Zarok pêşeroja civakê ye û ji bo wan divê mirov cîhanê li ber wan raxîne." BI DÎMEN    *Divê em mejiyê xwe li ser baş û rastiyê biwestînin. Çimkî nebaşî bi xwe re nexweşikiyê û şaşiyê tîne. Modernîteya kapîtalîst di vê xalê de jî 'operasyona têgihînê' dixe meriyetê. NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Li herêmê zarokên kurd her tim dibin hedefa desthilatdaran û zarok ji mafên xwe yên esasî nikarin sûde bigirin. Ligel binpêkirina mafan komîteyên mafên zarokan diparêzin jî bêdeng dimînin. BI DÎMEN