Li Amedê li dijî parêzeran operasyon 2020-11-20 08:38:16   AMED - Li Amedê, di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de, Hevserokê Giştî yê OHD Bunyamîn Şeker  jî din av de 17 parêzer di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, polîsan bi ser gelek malên parêzeran de girtin. Di serdegirtina malan de, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Bunyemîn Şeker jî din av de 17 parêzer piştî lêgerînên di malan de hatin hatin binçavkirin. Polîsan dest danîn ser bîlgisayer, pirtûk û gelek materyalên dijital ên parêzeran.   Navê parêzerên hatin binçavkirin wiha ne: “Parêzerê Bunyemîn Şeker, Abdulkadir Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, İmran Gokdere, Diyar Çetedir, Serdar Ozer, Feride Laçin, Gevriye Atli, Resul Tamur, Cemile Turhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrim Bariş Baran, Neşet Girasun, Sedat Aydin, Şivan Cemil Ozen û Haknaz Sadak.”   Hat diyar kirin ku parêzer birin Midûriyeta  Polîsan a Amedê.