Ji bo 25`ê Mijdarê li Qamişloyê semîner hat lidarxistin 2020-11-19 19:28:18   QAMIŞLO - Saziya Ol û Civak ya beşa Jin semînerek di derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê dan.   Bi hatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, Saziya Ol û Civak ya beşa  Jinê semînerek li parka 19'ê tîrmehê ya bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna endamên sazî û rêxistinên jinan li dar xistin. Semîner ji aliyê Rêveberiya qada civakî ya Kantona Cizîrê Nesrîn Hemo ve hate dayin.Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê despêkir.   Paşê Nesrîn bal kişand tundiya li ser jinê û têkoşîna li hember tundiyan û wiha got: "Jin nîvê civakê ye û yên ku civakê bi rêve dibe jin e. Tundiya li ser jinê bi hezaran salan tê meşandin û li beramberî tundiyan têkoşîna jinên cîhanê jî heye. Gelek cureyên tundiyê heye, jin herdem ji aliyê bav, bira û hevjînê xwe ve rastî tundiyê hatine. Sedema tundiya li ser jinê ji zihniyeta desthilatdar tê. Ji bo ku em pêşî li tundiyê bigirin divê em civaka xwe perwerde û zane bikin. Her wiha li kuderê dibe bila bibe, ger tundiyek li hember jinê bê meşandin, divê jin hemû rabin ser piyan."   Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.