Ji TJA'yê çalakiya zincira mor: Em ê hesab bipirsin! 2020-11-19 17:13:44   STENBOL - TJA'ye bi boneya 25'ê Mijdarê çalakiya zincira mor li dar xist. TJA'yê got ew ê hesab ji kesên qetil dikin, çavên xwe digirtin û nabin asteng bipirsin. Her wiha TJA'yê got:"Em destkeftîyên xwe diparêin û xwe bi rêxistin dikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li Navçeya Avcilar a Stenbolê li ber avahiya HDP'ê çalakiya zincira mor li dar xist. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut, Aktivîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya wêneyên jinên hatine qetilkirin hatibû hilgirtin de pankartên bi nivîsê " Em xwe diparêzin" hat hildan. Her wih dowizên "Jin jiyan azadî" hatin hilgirtin.    'Ew ê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinê'   Aktivîsta TJA'yê Turkan Kocadag daxuyanî xwend. Turkanê wiha got:"Em ê hesab ji patronên ku jinan bi xizaniyê rû bi rû dihêlin û keda wan nabîne û wan dikin qurbanê karê erzan hesab bipirsin. Em ê xwe li dijî kesên êrişî sazî û destkefiyên me dikin biparêzin. Her wiha li dijî mîlîtarzim, zayendperstî û tundiya mêr-dewletê ew ê têkoşîna me bidome. Ew ê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinê."