Li bajarên kurdan tundiya bi uniforma derketiye pêş 2020-11-19 17:12:31   WAN - Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselim di panela 25'ê Mijdarê de axivî. Fidanê da zanîn ku ger gavên baş neyên avêtin ew ê komkujiya jinan û cinayetên kiryarên wê ne diyar dewam bikin û zêde bibin. Seroka Komelaya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya jî got li bajarên kurdan tundiya bi uniforma derketiye pêş.    Tevgera Jinên Azad (TJA) di çaçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li avahiya KESK'ê ya Wanê panel li dar xist. Li eywana panel hat lidarxistin pankarta bi nivîsa “Em Xwe Diparêzîn” hat dardekirin. Panel bi moderatortiya Aktivîsta TJA'yê Tulin Yeşil hat lidarxistin. Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselim, Seroka Komelaya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya û gelek jin beşdarî panelê bûn.    'Em ji bo azadiya jinê têdikoşin'   Fidanê wiha got:"Em di pêvajoyeke wiha de ne ku her roj jin tên qetilkirin û bersûc bê ceza dimînin. Lê jin niha bêtir mafên xwe dixwazin. Em hemû jin ji bo parastin û azadiya jinê li berxwe didin. Li dijî gotinên îktidarê yên hêzê dide bersûcan û kujeran jî em li berxwe didin. Heger em vê têkoşînê dewam bikin em ê bikaribin cinayetên jinan bi dawî bikin. Dîsa di destên me de ye ku em bikaribin zihniyeta jinê dikujin têk bibin. "   'Tundiyeke li dijî hebûn û jiyana me heye'   Adaletê jî wiha got:"Piştî saziyên jinan hatin girtin şûnde tecawiz, tundî, êrişên li dijî jinan zêdetir bûn. Jinan hewil dan li ser platforman xwe bigihêjin me. Em 7 heval hatin gel hevdu û me Saziya Jinan a Rosayê ava kirin. Me komisyoneke hiqûqê ava kir. Me alîkarî ji derûnnasan girt. Vê torê me bi hêz kir. Di serdema AKP'ê tundî û êrişa li ser jinê zêdetir bû. Musa Orhan ê ku bû sedema întihara Îpek Er niha serbest e. Li bajarên kurdan tundiya bi uniforma derketiye pêş. Tundiyeke li dijî hebûn û jiyana me heye. Divê em torên cuda yên têkoşînê ava bikin."   Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.