Gulîstana Sara û Mihemed hate vekirin 2020-11-19 16:20:38   HESEKÊ - Heyva Sor a Kurdî  û Komîteya Parastina Mafê Zarokan gulîstanek bi navê Sara û Mihemed vekirin.   Bi boneya Roja Cihanî ya Zarokan Heyva Sor a Kurdî û Komîteya Paratina mafê zarokan a Herêma Cizîrê bi şahiyekê gulîstana bi navê Mihemed û Sara vekirin. Di Gulîstanê de alavên lîstokan û pêşdibistanek hatiye amadekirin.   Endama Komîteya Parastina Mafê Zarokan a Herêma Cizîrê Cûliya Xelo Roja Cihanî a Zarokan pîroz kir û wiha got: "Gulîstana me nêzî 800 metre ye, alavên lîstokê jî tê de heye, me xwest di vê rojê de em kêfxweşiyek di dilê zarokan de ava bikin. Zarokên ku ji ber sûcên şer neçarî koçberiyê bûn û di nava şert û mercên zehmet ên kampa Waşûkanî de li berxwe didin û dijîn, me xwest em êşa koçberiyê bi wan bidin jibîrkirin. Pêwist e rêxistinên mafê mirovan ji bo tevahî zarokên koçber bi erkê xwe rabin û wan vegerînin cih û warê wan."   Paşê zaroka bi navê Nêvîn Xidir strana 'Ka mafê me yê zaroktiyê bidin me' ji zarokan re pêşkêş kir.