Meclîsa Jinên Sûriyeyê ji bo 25’ê Mijdarê semîner li dar xist 2020-11-19 15:37:04   QAMIŞLO - Bi hatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê semînerek li dar xist.   Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, di derbarê cureyên tundiya ku li ser jinê tê meşandin, semîner da. Semîner li Parka Xwendinê ya Taxa Xerbî ya li Kantona Qamişloyê hat dayin. Di semînerê de rêveberî û endamên saziyan beşdar bûn. Semîner ji aliyê Koodînasyona Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Lîna Berekat ve hate dayin.     Lîna di nava semînerê de behsa tundî û cureyên tundiyê ku li ser jinê tê meşandin kir û wiha got:”Rêbazên bi zorê ji aliyê kesan an dewletan li ser jinê tê meşandin em dikarin weke tundiyê pênase bikin. Tundiya ku li ser jinê bi taybet tê meşandin bi riya bêrêzdarî û newekheviya di navbera jin û mêr  ên di civakê de tê meşandin. Di sala 1993’an de biryara rakirina tundiya li ser jinê hate dayin, lê tu encamên wê yên ser erdê nehatin pejirandin. Cureyên tundiya ku li ser jinê bi taybet tê meşandin weke tundiya civakî ku jinê dûrî civakê dixe da ku nikaribe têkiliyên xwe di nava civakê de ava bike.  Tundiya siyasî jî jinê ji civak û siyasetê dûr dixe.  Tundiya cinsî û cesedî jî ew e ku destdirêjî  li ser jinê tê meşandin û jin tên tecawizkirin.”   Paşê pirs û bersiv ji aliyê kesên hazir ve hatin kirin.   Semîner bi temaşekirina wêneyên jinên ku di Sûriyeyê de rastî tundiyê hatine, bi dawî bû.