Jinan li Şehbayê tundî şermezar kirin 2020-11-19 14:15:47   ŞEHBA - Bi hatina 25’ê Mijdarê  Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê,  jinên Desteya Şaredariya Gel li Herêma Efrînê tundiya ku li ser jinan tê meşandin bi daxuyaniykê şermezar kirin.   Bi armanca şermezarkirina tundiya ku li ser jinê tê meşandin, jinên ku cihê xwe di Desteya Şaredariya Gel ya Herêma Efrînê de digirin, daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya navenda Şaredariya Gel li Kantona Şehabyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de jinên Desteya Şaredariyê û Kongra Star amade bûn.  Her wiha di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa”Na ji kuştinê re”,”Erê ji jiyanek azad re” hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Cîgira Hevseroka Desteya Şaredariya Navçeya Ehrezê, Pelda Şêxo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    Hêzên desthilatdar ji hezar salan ve her daxwaza şikandina vîna jin, tunekirina dîroka wê û ji cewherê wê derbixînin, dikin. Jinan di avakirina şaristaniyên mirovî de cih girtin û bûn xwedî rol û mîsyon. Her wiha ji bo belavkirina aştî û wekheviyê ya di nava civakê de dixebitîn, lewma her ji aliyê zîhniyeta baviksalarî ve hatin hedefgirtin. Taybetmendiya jinê ya aştîxwaz metirsiyekê ji hêzên kapîtalîst re dide avakirin, ji ber vê her jinê bi rêxistinkirî tên aramancgirtin û di her cureyên îşkenceyê re derbas dibe. Jin her rastî rêbazên tundiyê ya ji hêla hêzên desthilatdar ve hatine. Ji bo vê tundiyê gelek zagon û peymanên navneteweyî hatin avakirin, lê mixabin heta roja îro tu peyman neketin xizmeta jin û nebûn bersîv ji tundiya li ser jinê re.   Di nava şer û pevçûnên ku li ser rûyê erdê diqewimin dîsa jin rastî tundî û îşkenceyê tên. Gelek kiryarên dijmirovî derheqê jinan de li herêmên dagirkirî yên ku di bin serweriya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê de tên kirin. Jin di Rojava de mîrata xwe ya têkoşînê hembêz kir û di jiyana siyasî de destkeftiyên mezin bi dest xist. Ji dîrokê heta niha jin rol û hebûna xwe daye îsbatkirin û ji bo çand, ziman û hebûna xwe biparêze tev digere.    Di 25’ê Mijdara 1960’ande sê xwîşkên Mêrabêl bi komployekê hatin qetilkirin, piştî ku nerazîbûnên xwe li hember zîhniyeta baviksalarî nîşan dan. Di dawiyê de em hemû cureyên tundiyê yên li ser jinê tê meşandin şermezar dikin û banga me ji hemû rêxistinên jinan re heye ku tevahî qadên tekoşînê bişopînin ji bo bigihêjin civakek demokratîk û azad. Ji ber wê pêwîst e tevahî jin û rêxistin qada çalakiyên ku li dijî tundiya li ser jinê tê kirin, tijî bikin di azadî û demokrasiyê de xwedî  israr bin.”