Ji bo Roja Mafê Zarokan li Mexmûrê daxuyanî hat dayin 2020-11-19 13:41:50   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ji aliyê Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê ve daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku em tev dizanin heta bêmafiya li ser zarokan bi dawî nebe, herikina xwinê we neyê rawestandin   Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya Roja Mafên  Zarokan a Cîhanê ji aliyê Komîteya Pewrwerdê ya Mexmûrê ve ji çapemeniyê re daxuyanî hat dayîn, daxuyanî bi beşdarbûna xwendevanên dibistana seretayi, navîn û amadeyî li Parka Şehîd Aryen Cûdî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevayî pakrewanan hat destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê xwendevana dibistana amadeyi Sîpan Yaman ve hate xwendin.Di daxuyaniyê de hate gotin  ku  em tev dizanin heta bêmafiya li ser zarokan bi dawî nebe, herikina xwinê we nayê rawestandin   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   ” Zarokên ku her kes wan pêşengên pêşeroja xwe dihesibînin, li seranserê Cihanê bi bêmafiyê re rû bû rû diminin. Em tev dizanin heta bêmafiya li ser zarokan bi dawî nebe, herikina xwinê wê neyê rawestandin. Azadiya civakan bi azad mezinkirina zarokên wê civakê ve girêdayî ye.    Bêmafiya li hemberî zarokan berdewam e   Herciqas  ev peyman ji aliyê Komara Tirk ve hatibe pejirandin jî, lê di hemû aliyan de bêmafiya li hemberî zarokan berdewam e.  Li gorî daneyên wezareta dadê ya dewleta Tirk di navbera salen 2010-2018’an de, Li Tirkiyê ji ber bêmafiya li hembari zarokan 153250 doz hatine vekirin.  Ji vê jimarê gelek zêdetir bêmafiyên li hember zarokên Kurd ji aliyê dewletê bi xwe ve hatine pêkanîn.   Li hember vê hovîtiyê bêdengmayîn, destekdayîna hovîtiyê ye   Em weke qada perwerdê, bang li hemû dewletên ku  îmzaya xwe avêtine binê ve  peymanê, bi taybet bang li Neteweyê Yekbûyi  dikin li hember van binpêkariyên dewleta Tirk a li ser zarokên Kurd dide sepandin, bêdeng neminîn û li erkê xwe dîroki xwedî derbikevin. Kî li dijî kiryarên ne baş ên dewleta tirk ên li ser zarokan bêdeng bimînin ew hevalên dewleta tirk in. Em bang li tevayî gelê xwe dikin, ji bo  zarokên me di pêşerojek azad de bijin, divê em berxweda na xwe bilind bikin û bi ve berxwedanê hovîtiya dewleta faşîst bişkênin.    Daxuyaniya çapameniyê ya Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê bi dirûşmên ” Bijî azadiya zarokan”,” Bijî Rêber Apo” bi  dawî bû.