Pervîn Bûldan: Pergala hevserokatiyê ji bo cîhanê bûye model 2020-11-19 13:20:05   AMED - Ji aliyê HDP'ê ve li 1'emîn Şaxa Egitim Senê ya Amedê têkildarî "Ji do heta îro pergala hevserokatiyê" panel hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di panelê de wiha got: "Pergala hevserokatiyê bingeha cihê jinan ya di qada sîyasetê ye. Em bi salan in têkoşîna vê didin û niha ev pergal ji bo cîhanê wek modelekê ye."   Ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêveberiya Herêmî li 1'emîn Şaxa Egitim Senê ya Amedê têkildarî "Ji do heta îro pergala hevserokatiyê" panel li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP Pervîn Bûldan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, Berdevka demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayeş Gokkan, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û gelek jin tevlî panelê bûn.    Panel bi temaşekirina sînevîzyonê ya der barê pergala hevserokatiyê dest pê kir. Piştî temaşekirina sînevîzyonê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî.   Pervînê di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji hevserokên ku di girtîgehê de ne şand û wiha got: "Li Tirkiyeyê ewilî di sala 1934'an de mafên jinan ên ji bo hilbijartinê pêk hat. Lê belê jinê ne bi temsîliyetek wekhev ne jî rayên xwe bi îradeyeke azad didan. Di sîyasetek di bin serdestiya mêran de jinan nekarî cihekî ji xwe re bigirin. Bi vî awayî jinan tevlî sîyasetê nekirin. Di serdema Cumhuriyetê de dewlet bi hişmendiya mêran ve hat birêvebirin. Demokrasî û hiqûq hat binpêkirin, aborî têk çû û bi hezaran kes hatin qetilkirin."   'Êdî jin di her qadên sîyasetê de cih digirin'   Pervînê got jinan hêza xwe ji têkoşîna jiyanek azad û demokratîk digirin û ev tişt bi lêv kir: "Jinan di her qadên jiyanê de temsîliyetek wekhev xistin pêşîya xwe. Heke wekhevî hebe; edalet demokrasî û jiyanek bi rûmet jî ava dibe. Ji ber vê yekê divê jin di qadê sîyasetê de çalak bibin. Çalakiya jinê tenê bi dayîna rayê bi sînor nîne. Di heman demê de wekî mêran di her qadên sîyasetê de cih digire û gotinên xwe dibêje."   'Ji bo cîhanê bûn model'   Pervinê, diyar kir ku pergala hevserokatiyê bingeha cihê jinan a di qada sîyasetê ye û wiha pê de çû: " Em hay ji babeta pergala hevserokatiyê hebûn û bi salan in têkoşîna vê didin. Di sala 2006'an de me ev pergal pejirandin û di sala 2013'an de di qanûnan de bi rê ve bir. Hem di nav xwe de hem jî di nav sîyasetê de pergala xwe bi rê ve bir. Îro pergala hevserokatiyê tenê di nav HDP'ê de heye. Dîsa di parlementoyê de koma jinê ya xweser tenê di HDP'ê de heye. Em wek HDP bi sepandinên xwe yekemîn in û ji bo cîhanê wek modelekê pêk tînin."   'Pergala hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiya herî sereke ye'   Pervînê destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiya herî sereke ye û got: " Pergala hevserokatiyê ne tenê destkeftiya ji bo jinan e. Di heman demê de ji bo edalet, demokrasî û mirovahiyê jî pêngavek e. Hişmendiya serdest a mêr jî hay ji vê helwestê heye û lewra pergala hevserokatiyê kiriye hedef. Lê em jin tevî van yekan têkoşîna xwe mezintir dikin û heta ku ser bikevin dê têbikoşin. Ji ber ku pêwîst e ku em ser bikevin, çareseriyek me yê din nîne."   Pîştî axaftina Pervîn Bûldan, panel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.