Li Şehbayê Komcivîna 25'ê Mijdarê hat lidarxistin 2020-11-18 16:47:49   ŞEHBA - Bi wesileya 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê PYD'a Herêma Efrînê komcivînek li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê li dar xist.   Bi nêzikbûna Roja 25'ê Midarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Efrînê bi dirûşma "Êdî bese ji qetilkirina jinê re" komcivînek bi tevlîbûna nûnerên partiyan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li navçeya Fafînê ya girêdayî Kantona Şehbayê li dar xist. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê komcivîn hat destpêkirin.    Paşê Endamên Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Welîd Dinglî beşa yekem ji komcivînê ya bi navê 'Jin û malbat' ragihand û beşdaran li ser mijarê guftog kirin. Di niqaşan de beşdarvanan rola jinê di  malbatê de,  di malê de tundî, zorî û zexta ku her tim li ser jinê tê ferzkirin û Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê niqaş kirin kirin.   Her wiha di beşa duyem a komcivînê de jî "Tundiya li ser jinê" bû ku ji aliyê Rêvebera Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Efrînê Elîf Mihemed ve  hat ragihandin û beşdarvanan di vê mijarê de danasîna tundiyê, sedemên wê, armanca meşandina tundiyê li ser jinê û ku çawa dikarin  dawî  tundiyê bînin niqaş kirin.   Komcivîn bi niqaşan bi dawî bû.