'Neyên lîstikên dewleta tirk û rêya diyalogê esas bigrin' 2020-11-18 16:46:52   MEXMÛR - NÇHM’ê û Kevana Zêrîn a Mexmurê li dijî hewldanên provakatîf û şerkî navxweyî yê di nav bera kurdan de nîşan dan û girtina ciwanên Mexmûrê şermezar kirin.     Navenda Çand û Hunerê ya Mexmurê (NÇHM) û Kevana Zêrîn a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem cûdî ( Mexmûr) hewldanên PDK’ê yên ji bo derxistina şerê navxweyî, girtina ciwanên wargeha Mexmûrê û bikaranîna pêşmergeyan ji bo berjewendiyên xwe bi daxuyaniyeke şermezar kirin. Daxuyani li ber avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Mexmurê,bi tevlîbûna tevahî endamên çandê hat dayin.  Beriya daxuyani were dayin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Kevana Zêrîn Viyan Serxwebûn ve hat xwendin.   Daxuyani wiha ye:   “Ev demek dirêje li ser Kurdistanê planên dagirkeriyeke berfireh di meriyetê de ne. Di her warî de êrîşeke bê exlaq û şerê  qirj tê meşandin. Ev şerê qirêj bingeha xwe ji dîrokê digire ku berî bi sedan salan  welatê me di navbera çar dewletên dagirker de hatiye parvekirin. Metîngerî xwe bênavber ferz dike û xêr û bêra xaka me ji welatên derve re diherike. Bi salane li ser Gele Kurd  kuştin, girtin, işkence, koçberî, wêrankarî û hemû cureyên şerê taybet tên meşandin. Li beramberê vê hovîtiyê gerîlayên Kurdistanê şerê parastinê dikin û li ser navê sistema netewa demokratik ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye pêşxistin, weke alternatîfa faşîzmê jiyana azad dihûnin.   Hebûna xwe di tunebûna kurdan de dibînin   Tevî ku ev rastî ji aliye hemû cîhanê ve tê dîtin jî dewleta tirk ku dijmintiya Gelê Kurd dike, di dagirkirinê d bi israr e. Dijminekî ku hebûna xwe di tunebûna bûna kurdan de dibine ye. Ev nêzîkatî ji ber karektê dewleta tirk a dagirker e. Lê xala nakok ev e PDK’a partiyek Kurdistanî ye, bi dijminê Gele Kurd re di nav tifaqê de ye û  pê re dibe yek û li dijî gerilayên kurd êrîşê pêk tîne.Dîsa ev salek zêdetir e li ser wargeha me dorpêç û ambargoyek tê meşandin  ku ev tene xizmeta dewleta tirk dike. Ev polîtikayên dijmin ku dixwazin gelê me bi birçîbûn û bêçarebûnê bêzar bikin e. Li gel van kiryaran, xwendevan û karkerên me li Hewlêrê tên girtin û di îşkeceyan re tên derbaskirin. Divê dema ku diviya li dijî êrîşen li ser Gelê Kurd yekitya neteweyî bihata xurtikin ketina rewşeke bi vî rengî, xetere ye. Heman nêzîkatiyên  dorpêçê ku li ser Şengal û Rojava jî tên kirin ji van pîlan û êrişan ne qut e, xizmeta dijminan dike û nayê pejirandin.    Em banga yekitiya netewî dikin   Em vê helwesta PDK’ê bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin dev ji siyaseta şerxwaziyê berdin,  neyên lîstikên dewleta tirk û rêya diyalogê esas bigrin. Li ser vê bingehê; em jî weke hunermendên Mexmûrê dengê xwe tevlî bangewaziya hunermendên kurd dikin û banga diyalog û yekîtiya  netewî dikin.”    Daxuyani bi duruşmeyên: “Bimredagirkerî û xiyanet”,”Bijî yekitiya netewiya gelê kurd”. “Dem dema azadıyê ye” dawi bû.