DBP'ê banga yekitiya neteweyî kir 2020-11-18 15:52:25   AMED - Bi pêşengiya DBP’ê bi minasebeta pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyeke girseyî hat dayîn.   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di daxuyaniyê da axivî wiha got: “Rêya çareserkirina pirsgirêkan avakirina yekitiya neteweyî ye û derxistina pêş a berjewendiyên gel e. Li ser navê gelê kurd mafê tu hêzê tune ye ku pêşeroja gelê me û xeyalên azadiyê yên gel bixe talûkeyê.”   Di pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi tevlibûna gelek partiyên din ên siyasî li bajêr li Kolana Hunerê ya taxa Ofîsa Yenîşehira Amedê derbarê pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê de daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê li Kolona Hunerê ku wê daxuyanî lê bihata dayîn û bi giştî Taxa Ofîsê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.  Polîsên ku destûr nedan girse komî ser hev bibe welatiyên ku kom bi kom li benda daxuyaniyê bûn jî dorpêç kirin. Girseyê bi dirûşman bertek nîşanî polîsan dan. Girse li ser astengkirina polîsan bi dirûşmên “ Bijî Kurd û Kurdîstan”, “Bijî berxwedana kurdan, bimre xiyanet”, “ Bijî yekitiya kurdan”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Bijî wekheviya Gelan”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.  derbasî  Parka Hazal a Ofîsê bû.   Daxuyanî bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partîya demokratîk a Gelan(HDP) Pervîn Bûldan,  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka HDP'ê parlementer Ebru Gunay, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayeş Gokkan, Însîyatîfa Meclîsa Dayikên Aştîyê, Parlementerên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê, Rêxistinên navçe û bajêr ên HDP pêk hat. Pankarta “ Dem Dema Yekitiya neteweyî û Azadiyê ye” bi sê zaravayên kurdî; kurmancî, Zazakî, Soranî û bi zimanê Erebî hatibû amadekirin. Dovîzên, “Em yek in, ne 4 parçe ne” , “ Yekitî serkeftinê tîne” hatin hilgirtin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin.    'Gûmanên kurdan zêde dibin'   Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ser  rageşiya li başûrê Kurdistanê di navbera hêzên kurd de  û ev tişt hat gotin: “ Ji ber  helwest û daxuyaniyên tên dayîn alozî kûr dibe, gûmanên Gelê Kurd zêde dibin. Ji ber hevsengiyên li cîhan û herêmê, di serdem û pêvajoyek wisa hessas û li ber şikestinê, aloziya di navbera kurdan de pêk tê, xeyalên gelê me yên pêşerojê, azadî û wekheviyê bi awayekî mezin dikevin talûkeyê. Ev şert û merc û dîsa têkoşîna dehan salan ya Gelê Kurd dide xuyakirin ku kurd gihîştine asta dawî ya azadiyê. Di serdemek wisa dîrokî de, polîtîkayên hêzên herêmî yên dagirker;  ji bo ku kurd anînêne hemberê hev û dorpêçkirine kurtir buye.”   ‘Gelê Kurd berdelên gelek mezin dane’   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku  Gelê Kurd ji ber guman û pêvçûnên di navbera hêzên kurdan de pêk hatine berdelên gelek mezin dane û ev tişt hat gotin: “ Di dîrokê de ji ber pevçûnên di navbera hêzên kurdan de pêk hatî; yên kar kirine dagirker, yê winda kirine jî Gelê Kurd e. Ji ber planên dîrokî di rojevê de hebuna xwe diparêzIN, di vê serdemê de gelê me dê vê şermê wekî qederê qebûl neke û dê li hemberî wê têbikoşe.”   ‘Divê hemû kes bi erka dîrokî tevbigere’   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di şerê 3’yemîn ê cîhanê de hêzên  hegemon hesabê xwe li ser xaka Kurdistanê kirine û wiha hat berdewamkirin: “Ji ber vê yekî ye ku Gelê Kurd li hemberî pêkûtiyên giran û metîngeriyê li ber xwe dide. Qedera serdema tarî jî despêka pêşeroja tijî azadî-ronahiyê jî girêdayî berxwedana Gelê Kurd û hêzên kurde ku li ser esasê doza mafdar-rewa tevgeriyane. Têkoşîna gelê me ya di bin şert û mercên giran de pêk tê rêgezên ku divê hêzên siyasî çawa tevbigerin daniye holê. Bendewariya me ji hemû hêzan ew e ku di rêya ku Gelê Kurd xêzkiriye de tevbigerin. Divê tu kes pêşeroja Gelê Kurd ji ber gotinên xapînok radestê dewletên dixwazin sînorê xwe fireh bikin neke. Li hemberî vê yekê erka ku dîrokê daniye pêşiya me ev e ku hemû kes yek helwestê li hemberî hêzên dixwazin sînorê xwe fireh bikin û dagirkeran bigire.”   ‘Rêya çareserkirina pirsgirêkan; diyalog e’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû rengên siyasî dewlemendiya kurdan e û wiha hat berdewamkirin: “ Ev hêz hêzên têkoşîna doza azadiyê ne. Cûdahiyên rêxistinî asayî ne. Rêya çareserkirina lihevnekirin û pirsgirêkan; diyalog û muzakere ne. Kurd gihîştine ast û ceribandina ku  pirsgirêkên neteweyî û aloziyên herêmî bi axavtinê çareser bikin. Rêya çareserkirina pirsgirêkan diyalog e. Pêkanîna yekîtiya Netewî ye. Berjewendiyên gelê me li pêş girtin e. Li ser navê Gelê Kurd mafê tu hêzê tune ye ku pêşeroja gelê me, xeyalên azadiyê û avakirina deskeftiyên bi hezaran berdêlan hatiye bidesxistin bixe talûkeyê. Em dizanin ku we jinen kurd nehelin ku şere navxweyi derbikeve.”   ‘Bijî yekitiya Gelê Kurd’   Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên Kurdan, kesayetên pêşeng, Rewşenbîr, Rêxistinên Saziyên Demokratîk û her kesayetên ku dilê wî/wê ji bo azadiyê diavêje hat kirin ku bi hestiyarî û zana tevbigerin di serî de deskeftiyên Gelê Kurd biparêzin û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Bi vê wesîleyê em didin nîşan ku em ê li hemberî pevçûnên hundirîn ên ku dê mezin bi me bidin windakirin radiwestin û vê yekê ji gelê xwe re îlan dikin. Em ê destûrê nedin vê bêbextî û qeder ê. Em ê destûrê nedin ku dîrok dûbare bibe. Em ji bo mezinkirina yekîtiya netewî û çareserkirina pirsgirêkan, avakirina bingeha diyalog û muzakereyê wekî erkekê dibînin. Bi vê zanebûnê em dixwazin hemû dînamîkên Kurdistanî ji bo mezinkirina pêvajoyê  bi berpirsiyarî tevbigerin û bibin xwedî rol û rist. Em ji dil û can bawer in ku dê gelê me bi hestiyariyek mezin tevbigere û careke din rê nede pevçûnên di navbera hêzên kurdan de û dê li hember rawest e. Bi vê bîr û baweriyê bê gûman em ê kar bikin. Bijî Gelê Kurd û Yekitiya Gelên Kurdistanê.”   Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyan belav bû.