Ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxwaza girtîgehê hat kirin 2020-11-18 13:54:34   AMED - Ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re di navbera 9 sal û 6 meh û 25 sal cezayê hepsê hat xwestin. Dozger bi beyanên şahidên ku Leyla Guven nas nake û ji ber axaftinê wê wek sûc dibîne.   Derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de ji 18 sûcan doz hene û van dozan di dosyeyekê de gihandine hev. Danişîna doza Guven ku ji 18 dozan tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin. Leyla bi îdiayên “Rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye”, “endama rêxistinê ye”, “xelkê beşdarî civîn û xwepêşandan û meşên li dijî qanûnan e kiriye” û “tevî bangan jî bêçek beşdarî meşê bûye û belav nebûne” tê darizandin. Dozgerê dozê bi daxwaza cezakirinê biryara xwe eşkere kir. Leyla beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê Serdar Çelebî, Cemîle Turhalli Balsak di danişînê de amade bûn.   Dozger bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kiriye” du caran cuda were cezakirin û ji 11 sûcan jî beraetê xwest.   Dozger îdia dike ku Leyla li ser armanca “PKK-KCK’ê” xebitî ye û daxuyanî dane. Dozger xwest Leyla bi îdiayên “daxilî pergala rêxistinê ya hiyerarşîk bûye”, “ji rêveberên payebilind ên rêxistinê ferman girtiye” û ji sûcê “endamtiya rêxistinê” di navbera 7 sal û 6 meh û 15 salan de cezayê hepsê lê were birîn. Dozger tevî ku di beyanên şahid de ku gotiye ew Leyla nas nake jî lê dîsa biryara cezakirinê daye.   Her wiha dozger ji du îdiayên “propagandaya rêxistinê” jî xwest 10 sal ceza li Leyla were birîn.   Parêzerên Leyla, li ber mutala ango biryara dozger ji bo parastinê dem xwestin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînek din taloqî 21’ê Kanûnê kir.