‘Em ê hewl bidin ku xwe bigihînin gelek jinan' 2020-11-18 09:06:21   ÊLIH - Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê xebatên xwe yên 25'e Mijdarê didomînin. Aktîvîsta TJA'yê Gurbet Dogan diyar kir ku hewl didin xwe bighînin gelek jinan.   Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi giştî li 11 bajaran di 7'ê Mijdarê de bi dirûşma "Li dijî şîdeta mêr-dewletê têkoşîn" starta xebatan dabûn. Yek jî wan bajaran Êlih bû. Li Êlihê jinan lêz dan xebatên xwe û hewl didin ku xwe bighînin hemû jinan. Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP'ê ya Êlihê û her wiha aktîvîsta TJA'yê Gurbet Dogan bal kişand ser xebatên ku li Êlihê tê meşandin.    'Çalakiyên me didomin'   Gurbet, di destpêka axaftina xwe de wiha behsa startdayîn xebatan kir û got: "Me di 7'ê Mijdarê de li 11 bajaran starta xebatên 25'ê Mijdarê dabû. Yek jî wan bajaran Êlih bû. Di çarçoveya xebatan de em diçin serdana malbatan. Di 14'ê mehê de me meşek li darxisti bû. Me di çalakiya xwe de jinan agahdar kir. Her wiha di 14'ê mijdarê de jî me civîna taxan li dar xist. Me di civînan de taciz, tecawiz û şîdetê bi jinan re nîqaş kir. Her wiha di çarçoveya xebatan de me ji girtiyên jin re kart şandin."   'Xebatên me didomin'   Gurbet, da zanîn ku li gund û navçeyan jî xebatan didin meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xebatên me tenê ne li bajêr li gund û navçeyan jî didome. Li gundên Hezoyê em ê civînên jinan li dar bixin. Di 19'ê mijdarê de dê bernameya me ya fîlm nîşandanê pêk bê. Li ku jin hebe em ê li vir bin. Her wiha dê di 20'ê Mijdarê de li Heskîfê li dijî talankirin û texrîpkirina xwezayê em ê daxuyaniyek bidin. Her wiha di 22'yê mijdarê de jî ji bo parastina Peymana Stenbolê, li dijî kuştina jinê û tacizê kûrsiya serbest bê lidarxistin. Her wiha di 22'yê mijdarê de em ê xebatên xwe yên gund jî bidomînin. Her wiha herî dawiyê jî dê di 25’ê mijdarê de meşek bê lidarxistin."    Gurbet wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevlîbûna jinan a meşa di 11'ê mijdarê de pêk hatî hêzek da me. Ev tişt ji bo me girîn bû. Me dît ku çalakiyên wisa hewce ye. Em ê hewl bidin ku xwe bighînîn gelek jinan."