'Em ê bi yekîtiya xwe dawî li dagirkeriyê bînin' 2020-11-18 09:03:35   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Xedîca Hisên a ji Gundê Um Işbayê yê li Rojhilatê navçeya Zirganê ye armancên êrîşên dewleta tirk û komê girêdayî wê yên li ser herêmê nirxand. Xedîcayê da zanîn ku ancax bi yekîtiyê dagirkerî têk biçe û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hilweşandina projeya Netewa Demokratîk û rêxistina jinê dike armanc. Li dijî vê yekê têkoşîneke hevpar a Gelê Kurd pêwist e."    Gundewarên Navçeya Zirganê, her bi obîs û topên dewleta tirk û komên girêdayî wê, rû bi rû dimînin. Gundewarên di bin dagirkeriyê de jî piranî ji aliyê çeteyan ve hatine talankirin. Xedîca Hisên a ji Gundê Um Işbayê yê  girêdayî navçeya Zirganê ye têkildarî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê nêrînên xwe anî ziman.    'Hilweşandin û kevirên wê jî dizîn'   Xedîcayê di destpêka gotina xwe de behsa êrîşên komên girêdayî dewleta tirk kir û wiha got: "Destpêka ku çeteyan gund dagir kirin, dest bi talanî û wêrankirina mal û milkên me kirin. Di nav wan malan de mala min ku min nû lê kiribû wêran kirin, paşê hilweşandin û kevirên wê dizîn. Jiyana berî dagirkeriyê xweş bû, lê niha gelek tişt hatin guhertin."   'Ez ji aliyê çeteyekî Idlibî ve hatim tehdîdkirin'   Xedîcayê bal kişand ser kiryarên komên girêdayî dewleta tirk ên li dijî jinan û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em bi eslê xwe ji gundê Elokê ne. Ji ber ku malbata min jî li wir e, çeteyan hejmara min peyda kirin û li ser watsapê bi min re axivîn. Destpêkê min nizanîbû çete ne lê dema ku pirsên cuda ji min kirin û bi taybet pirsa 'tu yê kengî were Elokê' kirin,  wê demê min jê pirsî ku kî ye, got ez ji Idlibê me û li Serêkaniyê dijîm. Wê demê min fam kir ku çete ne. Ji ber ku gelek caran çeteyan ez tehdîd kirim, min hejmara xwe guherî."    'Ji bo birayên min fîdye xwestin'   Xedîcayê behsa astengiyên ku malbata wê ji kiryarên komên girêdayî dewleta tirk dibînin kir û wiha domand: "Malbata min jî li mala xwe man û axa xwe terik nekirin, lê bi tehdîd û kiryarên çeteyan re rû bi rû dimînin. Her mehekê ango du mehan çete herdu birayên min binçav dikin û fîdyeyê dixwazin. Berî hefteyekê du birayên min dîsa hatin girtin. Me 800 hezar da çeteyan piştre ew berdan. Ev bûyer her mehê dubare dibe, ne tenê tên binçavkirin, tên îşkencekirin jî."   'Zilmê li jinan dikin.'   Xedîcayê di derbarê rewşa jinan a li herêmên dagirkirî de ev anî ziman: "Êdî jin nikarin wekî berê bijîn, tevgera wan hat sînordarkirin. Jinên ku niha li Serêkaniyê ne û li gorî agahiyên ku em dibihîzin, çete jinan ji bo xwe didin bikaranîn û heqdestê wan jî pir kêm e. Ji jinan re dibêjin 'Yan hûn ê kar bikin an jî em ê we bixin zindanê'. Bi vê yekê zilmê li jinan dikin. Çete erdê me diçînin û me jî li ser erd didin xebitandin. Berhemên erd jî derbasî Tirkiyeyê dikin."   'Rewşa şêniyên li Serêkaniyê ne baş e'   Xedîcayê rewşa şêniyan anî ziman û wiha pê de çû: "Şêniyên ku li Serêkaniyê man, ji gelek tiştan gazinan dikin. Rewşa şêniyên li Serêkaniyê ne baş e. Çete nikarin xwe bi rê ve bibin hatine gelekî bi rê ve bibin. Ew nikarin berpirsiyartiya sivîlan ragirin. Ji bo wê derketina dewleta tirk a dagirker a ji Serêkaniyê çareya herî baş e."   'Armanca hilweşandina Rêveberiya Xweser e'   Xedîcayê teqez kir ku dewleta tirk û komên girêdayî wê dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û wiha dom kir: "Rêveberiya Xweser ev herêm ava kir û bi rê ve bir. Di gelek aliyan de destek da sivîlan ku xwe û herêma xwe ava bikin. Lê belê armanca çeteyan jî hilweşandina tiştên ku Rêveberiya Xweser ava kiri bû. Li herêmên Rêveberiya Xweser aramî heye lê belê li yên çete lê ne tundî, îşkence, kuştin hene."   'Em ê bi yekîtiya xwe dawî li dagirkeriyê bînin'   Xedîcayê bi van gotinan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêxistina jinên Zirganê her ku diçe baş dibe. Li dijî êrişên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li berxwe dide. Em ê bi yekîtiya xwe dawî li dagirkeriyê bînin."