Netîce Kalkan: Em ê xwedî li nirxên xwe derkevin 2020-11-18 09:02:29   MÊRDÎN - Hevseroka MEBYA-DER’ê Netîce Kalkan, diyar kir ku MEBYA-DER tê wateya xwedî derketina li nirxan û got: "Komeleya me dê ligel hemû astengiyan dê li cem malbatan be û xwedî li nirxên xwe derkevin."    Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER), bi dirûşma "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinî nirxên xwe biparêzin" 1'emîn Kongreya xwe ya asayî li Mêrdînê li darxistibû. Di Kongreê de Netîce Kalkan û Mehmet Akpinar wekê hevserok hatibûn hilbijartin. Netîce li ser rol û mîsyona komeleyê û her wiha têkildarê xebatên komeleyê de ji ajansa me re axivî.   Netîce, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebatên komeleyê û got: "Ji bo ku ez layiqê vê xebatê hatim dîtin ez gelek kêf xweşim. Ev komele wateyek wê ya girîng heye. Em ji yek wan malbata ne ku me di dergûşa şaristaniyê de xizmên xwe winda kiriye. Ji bo temsîlyeta wan û hemû malbatan erk girtina me cihê şanaziyê ye. Ez dixwazim vê ji diyar bikim ku kongre di rojekî ku wateya xwe ya giran ya dîrokî heyî de hat li darxistin. Em ê ji di giranbûna rojê xebatên xwe bidin meşandin bê guman. MEBYA-DER  tê wateya xwedî derketina nirxan û em ê ji bo wan nirxan heya dawî têbikoşin.”   ‘Em ê ligel hemû astengiyan bixebitin’   Netîce, bal kişand li ser gef û girtina komeleyan û wiha axivî: “Beriya MEBYA-DER ê, TUHAD-FED û MEYA-DER hebûn. Lê komeleyên me bi awayekî ne hiqûqî hatin girtin. Di wan pêvajoyan de bi dehan komeleyên din ên çandî bi êrişê re rûbirû man û bi heman rengî hatin girtin. Hişmendiya pergalê ya serdest xwe bi van êrişan re li ser piyan digire. Li kîjan cih^y kesek xwedî li mafê xwe derkeve yan ji li hemberî pergalê serî rake, ji bo were bêdeng kirin her rêbaz tê bikaranîn. Rista MEBYA-DER’ê li vir diyare û ji bo xebatên xwe ji em ê her tiştê bikin. Wê her tim êriş werin ser me, ya girîng divê em xwe li dijî wan amade bikin û bi rêxistin bikin. Em ê rexmê hemû astengî û gefan ji xebatên xwe bidin meşandin.”   ‘Em ê xwedî li nirxê xwe derkevin'    Netîce, diyar kir ku endamdiya malbatan ji bo komeleyê girîng e û wiha bi lêv kir: "Heya ku em miriyên xwe nespêrin axê, şîn naqede. Ji bo ev şîn biqede ji em ê li gel malbatê xwe bin. Mafê herkesê ye ku li ser xaka xwe were binaxkirin. Ango mafê her kesî heye ku nêzî malbata xwe be. Em ê bi her awayî ligel malbatên xwe bin. Komele ya hemû welatiyan e. Yê kesên ku xwedî li nirxên xwe derdikevin e. Di vî alî de divê herkes hestiyar nêz bibe û piştgiriyê bide komeleyê. Divê malbatên me bibin endamên komeleyê û li vir bi hevdû re di nava têkiliyê de bin. Ya ku hêz bide me û me li ser lingan bigire wê ev be.”   'Divê malbat xwe bighînin me'   Netîce da zanîn ku dê hewl bidin ku xwe bighînin gelek malbatan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me soza pêşvebirina xebatên xwe di serî de ji da. Hîna demeke kurte em hatin hilbijartin. Çiqasî em di pêvajoya amedekariyê de ji bin em ê hewil didin ku xebatê bidin meşandin. Em niha ji bi çend malbatên xwe re bûn arîkar. Di serî de armanca me ew e ku em xwe bigihînin hemû malbatan û bi wan bikevin di nava têkiliyê de. Em dixwazin şîn û şahiyên wan parve bikin. Li gorî min ev peywirek herî giran û bi nirxe li ser mile me. Em hêvî dikin ku her malbatek ji bi vî rengî nêz me bibe. Di bûyererên bi vî rengî de divê xwe bigihînin me. Di aliyê hiqûqî de ji em ê bi we re eleqeder bin."