'Yekîtiya me çeka herî xurt e' 2020-11-18 09:01:33   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê, Intîsar Hemadî bi lêv kir ku yekîtiya Gelê Kurd çeka herî xurt e û wiha got:"Îro ji bo parastina nirxê şoreşê pêwist e kurd bibin yek û pilanên dijmin ên şerê birakujiyê têk bibin."   Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê, Intîsar Hemadî têkildarî yekîtiya kurdan de da zanîn ku divê kurd nehêlin dîrok di warê şerê birakujiyê de xwe dubare bike û wiha got:"Divê kurd hem di navbera xwe de yekîtiyê ava bike hem jî nebin lîstokên dewletên dixwazin wan bikin dijimên pêkhateyên din."   'Yekîtiya me çeka herî xurt e'   Intîsarê bal kişand ser girîngiya yekîtiya Gelê Kurd û wiha got: "Dem hatiye ku Kurd hişyar bibin û banga azadiyê bikin. Nabe Kurd birayê xwe yê Kurd bikuje. Em îro dibînin hinek kurd li şûna ku piştgiriya hevdu bikin serî ji daxwazên dijmin re dadixin û şerê hevdu dikin. Em vê yekê qebûl nakin, em nabin lîstokên di destên dijminan de. Em ê ji bo yekîtiya xwe bixebitin. Yekîtiya me çeka herî xurt e."   'Dixwazin kurd û ereb jî şer bikin'   Intîsarê da zanîn ku hêzên tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebitin dixwazin şer di navbera kurd û ereban de jî rû bide û wiha got:"Dewletên tenê xwe difikirin mixabin her dem hewil dane di navbera kurd û ereban de jî şer derkeve. Bi van kiryarên didin meşandin dixwazin pêkhate li dijî hevdu  şer bikin, dixwazin xaka me dagir bikin û me tune bikin. Di serîhildana Qamişloyê de jî Rêjîma BAAS’ê tevlîheviyek di navbera kurdan û ereban de derxist û hiştin ku mirov bibin dijminên hev. Divê kurd hem di navbera xwe de yekîtiyê ava bike hem jî nebin lîstokên dewletên dixwazin wan bikin dijimên pêkhateyên din."   'Em ê rê nedin ku dîrok xwe dubare bike'   Intîsarê banga yekîtiya kurdan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em nahêlin ku dîrok xwe dubare bike, em nahêlin ku şerê birakujiyê pêk were.  Em ê dijminê xwe têk bibin û li ser pêkanîna armancên şoreşa xwe bixebitin û serî li ber daxwazên dijmin natewînin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkhate bi yekîtiya xwe gihaştin vê astê. Îro ji bo parastina nirxê şoreşê pêwist e kurd bibin yek û pilanên dijmin ên şerê birakujiyê têk bibin."