Ji bo Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî hat dayin 2020-11-17 14:18:59   HESEKÊ - Rêxistina Sara û Rêxistinên Civaka Sivîl ji bo Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî da.   Bi boneya  Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, Rêxistina Sara, Rêxistina Civaka Sivîl, Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê, Rêxistina Şarê Komela Selam, Komela Sawûşka ya Jinê, Rêxistina Stêr, Rêxistina Aşna, Rêxistina Jiyanê, Rêxistina Zeyan a Mafê Mirovan û Qada civakî daxuyaniyek li kampa Serêkanî ya girêdayî Kantona Hesekê dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Qada Civakî Gulîstan Ratib ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "20'ê mijdarê  di jiyana zarokan de ye dîrokek girîng e, lewra Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1959'an de Danezana Mafên Zarokan pejirand û di sala 1989'an de belgeya parastina mafên zarokan îmze kir.  Ev roj wekî Roja Parastina Mafên Zarokan hate destnîşankirin. Bi armanca pêşxistina hevkarî û haydarbûna naveteweyî di nav zarokên cîhanê de çêbibe, ev roj hat îlankirin.   Di şerên ku di Rojhilata Navîn de rû dane piranî qurbaniya wan zarok in. Her roj zarok tên kuştin, birîndarkirin, koçkirin û ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar dimînin. Zarok li gelek deveran rastî istismara madî û zayendî tên. Êrîşên dewleta tirk li ser axa Sûriyeyê mînaka wê ya sereke ye. Niha jî zarok bi şertên zehmet li kampên koçberan dijîn. Pêdiviyên jiyanê ji bo zarokan tune ne. Di şerê Efrînê û Serêkaniyê de dewleta tirk bê ferq zarok qetil kir û hin zarok jî bi madeyên kîmyasalê hatin şewitandin. Her wiha 12 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 38 zarokên din birîndar bûn.     Bi boneya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, em bang li civakên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku berpirsiyariya xwe bigirin ser milên xwe û van komkujiyên di derheqê zarokan de rawestînin. Ji bo alîkariya tenduristî û pêdiviyên jiyanê ji zarokan re pêşkêş bikin. Pêwist e kujerên zarokan jî bên darizandin."   Piştî daxuyaniyê diyarî li  zarokên kampa Serêkaniyê hate belavkirin û bi wan re lîstokên cuda hatin lîstin.