HDP'ê li Qoserê hevcivîna gel li dar xist 2020-11-17 13:08:07   MÊRDÎN - Rêxistina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Mêrdînê bi dirûşma "Li Dijî Faşîzmê Berxwedan, Ji Bo Gelan Demokrasî û Dad" li navçeya Qoserê bi gel re civiya.   Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)  bi dirûşma "Li Dijî Faşîzmê Berwedan, Ji Bo Gelan Demokrasî û Dad" li bajar û navçeyan hevcivîna gel li dar xist.   Hevcivîna li bajarê Mêrdînê di 16'yê Mijdarê de ji navçeya  Dêrikê dest p êkir û îro jî rêxistina HDP'ê li Navçeya Qoserê bi gel re civiya. Rêxistina bajêr û ya navçeya Qoserê, Hevserokê HDP'ê yên bajêr û navçeyê, berdevka HDP'ê parlementer Ebru Gunay, parlementer Pero Dundar, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê beşdarî hevcivîna ku li eywana Dawetê ya Çiragê hat lidarxistin bûn.    Di hevcivînê de nivîsa ku ji aliyê navenda giştî ya HDP'ê ve hatiye şandin hate xwendin û nîqaş hatin kirin.   Piştî Qoserê bernameya hevcivînê wiha ye:   *18'ê Mijdarê Şemrex   *19'ê Mijdarê Mehsertê   * 20'ê Mijdarê  Stewrê   * 21'ê Mijdarê Kerboran   * 22'yê Mijdarê Mîdyat   * 23'yê Mijdarê Artûklû   * 24'ê Mijdarê Nisêbîn   * 25'ê Mijdarê Rişmil civîn tên lidarxistin.