'Edalet û wekhevî bi rêya perwerdeyê belav dibe' 2020-11-17 13:06:34   Sara Şêx Hesen   HELEB - Jinên ku tevlî perwerdeya xweser a birdozî bûne, di derbarê perwerdeyê de wiha gotin: "Pêwist e perwerdeya ku me dîtiye di em nava civakê de belav bikin û edalet û wekheviyê ava bikin."   Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê perwerdeya birdozî, ji jinên ku cihên xwe di komînan de digirin dan destpêkirin. Perwerdeya birdozî li du akademiyan hatiye destpêkirin. Ji wan Akademiyan Civaka Demokratîk a taxa Eşrefiyê bi tevlîbûna 36 jinan û li Akademiya Star a taxa Şêx Meqsûdê bi tevlîbûna 25 jinan dest pê kiriye. Navê her du akademiyan jî Zehra Berkel e ku di 23'ê Hezîrana 2020'an de li gundê Helincê ya bajarê Kobanê jiyana xwe ji dest da. Perwerde di 7'ê mijdarê de dest pê kir û wê 20 rojan dom bike. Her wiha di perwerdeyê de waneyên mîna Dîroka Kurdistanê, Rastiya Rêbertî, Jineolojî, Civaka Xwezayî, Dîroka Jinê û girîngiya perwerdeyê tên dayîn. Têkildarî perwerdeya birdozî jinên ku beşdar bûne nêrînên xwe parve kirin.    'Em di perwerdeyê de hebûna xwe nas dikin'   Ji Rêveberiya Komîna Gulê Selmo, Eyşe Qasim di derbarê perwerdeyê de ev tişt got: "Em bi giştî 25 jin di perwerdeyê de ne û ev perwerde ji bo me gelek baş e. Jin dikare bi rêya perwerdeyê xwe ji nû ve ava bike û hebûna xwe mayinde bike. Her wiha perwerdeyên ku em dibînin hemû li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Em di vê perwerdeyê de hebûna xwe dibînin, ji bo wê perwerde ji av û nan girîngtir e. Çawa ku pêwistiya me bi pêdiviyên jiyanê heye, bi perwerdeyê jî heye. Xwesteka me ya esasî ew e ku em weke jin xwe li pêş bixînin û li hember hemû cureyên tundiyê têbikoşin. Her wiha perwerdeyên ku em dibînin bandorê li ser civakê dike. Em di perwerdeyê de êş û qonaxên ku jin tê de derbas bûne digirin dest. Mirov bi perwerdeyê kesayet û cewhera xwe nas dike. Divê hemû jin beşdarî perwerdeyê bibin û rastiya xwe nas bikin."   'Perwerdeya ku me dîtiye divê em di nava civakê de belav bikin'   Endama Komîna Gulê Selmo, Sîham Mistafa nêrîna xwe ya ji bo perwerdeyê wiha anî ziman: "Em hemû jin bi kêfxweşiyeke mezin beşdarî perwerdeyê bûn. Perwerde her daîm pêwist e, ji bo wê divê em vê perwerdeyê li mal jî dewam bikin. Heger jin dixwaze guhertinekê di kesayeta xwe de ava bike, divê xwe perwerde bike. Ji ber bi perwerdeyê re çavên mirovan vedibe û zanebûn pêş dikeve. Di nava waneyan de herî zêde perwerdeya civaka xwezayî bala min kijand, ji ber civaka xwezayî bi destê jinê hatiye birêvebirin. Perwerdeya ku me dîtiye divê em di nava civakê de belav bikin û edalet û wekheviyê ava bikin."   'Em ê tola Zehra Berkel hilînin'   Ji Rêveberiya Komîna Şehîd Mistafa, Cîhan Elî jî wiha got: "Dijmin dema ku êrîş dike, yekem jinê armanc digire, ji ber dizanin ku yên ku civakê bi rê ve dibe jin e. Zehra Berkel xwe di aliyê siyasî û birdozî de perwerde kiriye, ji bo wê dijmin ew armanc girt û qetil kir. Em ê jî ji bo tola Zehra Berkel her têbikoşin û zane bibin. Jin bi perwerdeyê dikare nasnameya xwe nas bike û bide nîşandan. Ger jin perwerdekirî be wê li hember her êrîşekê raweste."