'Me li Jinwarê jiyaneke nû ji xwe re ava kir' 2020-11-17 09:05:48   Roj Hozan-Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jina bi navê Zeyneb Mihemed a li Gundê Jinwarê bi têkoşîna xwe jiyanê her zindî dihêle, derbarê çîroka xwe de wiha got:"Li Jinwarê rawestandin tune ye, kar û xebat pir heye. Jiyan li vê derê pir xweş e. Ne desthilatdariya mêr heye û ne jî pêdiviya me ji wan heye. Piştî ewqas tundî Jinwar bû stargeha me jinan."   Di vê jiyanê de jin li ser du beşan têkoşîna xwe dide maşandin, aliyekî wê têkoşîna li dijî zihnîyeta mêrê serdest û aliyê din jî têkoşîna avakirina jiyaneke aram e. Jin di nava têkoşîna xwe ya di jiyanê de xwedî berhemdayineke bi wate  ye û sûda wê jî li hemû mirovan belav dibe. Yek ji mînaka wê jî jina bi navê Zeyneb Mihemed a 27 salî ya niha bi kurê xwe re li gundê Jinwarê dijî. Zeyneb gelek zehmetî  û tundî di jiyanan xwe de dîtiye, lê têkoşîna wê li hember van zehmetiyan têk neçûye û bû sedema pejirandina afirîneriyeke nû. Zeyneb Mihemed çîroka xwe ji me re parve kir.    'Bavê min bi zorê ez dam zewicandin'   Zeynebê di destpêka axaftina xwe de li ser jiyana xwe ya di nava tundiyê de axivî û wiha got: "Bi xwe eslê min ji Gevera Bakurê Kurdistanê ye. Di temenekî pir biçûk de ez hatim zewicandin. Hevjînê min jî 20 salan ji min mezintir bû. Bavê min bi zorê ez dam zewicandin. Li gel hevjînê xwe ez dûcanî bûm û min nizanîbû ez ê çawa vê zarokê xwedî bikim. Zîhniyeta mêrê sedest gelek tundî li min kir. Hevjînê min her roj li min dixist û bavê min jî jê baştir nebû heman zîhniyet bû. Dema ku bi tundiyê zor li min hat kirin, min biryar da ez birevim, wê demê hîn jî ez dûcanî bûm. Jiyan li min zehmet bû û hêviyên min ber bi dawîbûnê ve diçûn.”   'Biryara têkoşînê di hundirê min de zindî bû'   Zeynebê di domandina çîroka xwe de qala derketina xwe ya ji malê kir û wiha domand: “Piştî ku ez ji malê reviyam min berê xwe da çarenûseke bê armanc. Min hindek hevalên xwe nas kirin bi riya wan ez derbasî Başûrê Kurdistanê bûm û li Kampa Mexmûrê mam. Bi demeke kurt re kurê min Çiya hate dinê. Rast e min nizanî bû ez wî xwedî bikim, lê dayikên Mexmûrê di wê demê de ji min re bûn dayik. Dema min li derdora xwe didît bê çawa ev dayik alîkariyê didin min, min dîsa kêfa xwe ji jiyanê re anî. Kurê min niha temenê wî 11 salî ye û ez bi hezkirineke mezin li wî baldar im. Dîsa biryara min ya têkoşînê zindî bû û min xwest bi kurê xwe re jiyaneke aram bijîm."   'Li Gundê Jinwarê min jiyaneke nû ji xwe re ava kir'   Zeynebê bal kişand ser hatina xwe ya Gundê Jinwarê û wiha pê de çû: "Piştî mayina li Mexmûrê û min bihîst ku gundekî jinê li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, min pêwistî dît ku ez li gund bijîm. Ez hatim gundê Jinwarê û min ji nû de jiyanek ji xwe re ava kir. Kurê min niha diçe dibistanê û ez jî bi jinên gund re di nava xebatê de me. Li Jinwarê rawestandin tune ye, kar û xebat pir heye û em bi keda destê jiyana xwe didomînin. Jiyan li vê derê pir xweş e, ne desthilatdariya mêr û ne jî pêdiviya me ji wan heye. Jinwar jiyana me jinan parast."   'Piştî ewqas tundî Jinwar bû stargeha me jinan'   Zeynebê bal kişand ser xebatê xwe yê di gundê Jinwarê de û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em pir xebatan didin meşandin û em bi hêz û îradeya xwe dijîn.  Demekê min li firina gund kar kiriye, her wiha di metbexa gund de jî min bi jinan re alîkarî dikir . Jixwe di aliyê parastinê de jî em xwe perpirsiyar dibînin û ev demeke ez derbasî xebatê aboriya gund bûme. Di gund de jiyana me komînal e û hemû jin ji hev hez dikin. Ez niha pir rehet im, piştî ewqas tundî Jinwar bû stargeha me jinan."   'Aboriya me xurt e ji derve em tiştekî naynin’   Zeynebê di domandina gotina xwe de bal kişand ser berhemên aboriya Gundê Jinwarê û ev tişt got: "Axa Gundê Jinwarê dewlemend e û berhemên wê jî bi sûd in. Li vî gundî me gelek şênkahî û darên fêkiyan çandine û li gor her demsalekê em baxçeyên xwe diçînin. Me sala borî genim û ceh çandibû û berhemên wê jî ji bo sewal û nanê gund bû. Li aliyê din jî me bacan, xiyar, îsot, zebeş, kundir, bamî û dendikên berberojan çandibûn û berhemên wan jî ji bo erzaqên zivistanê yên hemû jinên gund re bûn. Her wiha darên  mîna hinar, mişmiş, zeytûn û gwîzan me çandine, hemû jin para xwe jê digirin. Niha bi demsala zivistanê re me bexdenûs, pîvaz, sîr, reşad, tivir, silik û hemû gihayên ku di zivistanê de tên xwarin çandine. Em dixwazin aboriya me her xurt be, ji derve tiştekî neynin. Her tişt bi destên jinan paqij û xweş e."   'Jiyana Jinwarê tijî ked û berhem e'   Ji bo xwedîkarina lawiran jî Zeynebê da zanîn ku ew sewalan jî xwedî dikin û dîsa jî berhemên wan ji jinên gund re ye û wiha bi dawî kir:"Di gundê Jinwarê de em sewal û mirîşkan jî xwedî dikin. Her sibehê hemû jin para xwe ji mast û şîr digirin. Ji bo zivistnê jî me hemûyan ji xwe re penêr çêkiriye û tiştê ku zêde jî dimîne em ji xwe re li bajêr difiroşin. Yanî bi giştî em bi xwe jiyanê diafirînin. Jiyana Gundê Jinwarê tijî ked û berhem e. Di dawiyê de bila her jineke ku mîna min rastî tundiyê hatiye hêviyên xwe ji jiyanê qut neke û bibe têkoşera vejîna jiyaneke nû."