Li Somayê jin li dijî tundiyê li berxwe didin 2020-11-17 09:04:31   Melîke Aydin   MANÎSA - Jinên li Somayê dijîn dan zanîn ku pênaseya tundiyê kêm tê kirin û tê xwestin ku êdî normal bibe. Jinên ku anîn ziman ew mafên jinan tam nizanin gotin divê platformên jinan hîn bêtir xwe bigihêjin jinan.    Jin di 25'ê Mijdarê Roja Tundiya li ser Jinê de xweparastinê esas digirin û derdikevin qadan. Di salên dawî yên ku tundiya mêr-dewletê zêde bûye de jin bi jiyaneke rêxistinkirî li mal û li qada her jiyanê bi dirûşma "Em xwe diparêzin" diqêrin.    Jinên li Somayê dijîn jî dixwazin ji bo jin xweparastina xwe pêş bixin platformên jinan hîn zêdetir xwe bigihêjin jinan. Jinên ku diyar kirin newekhevî herî zêde di nava malê de diqewime bang kir ku hemû jin mil bidin milê hevdu.   'Ji bo xweparastinê divê bawerî çêbibe'   Kedkara malê Sevda Dibektaş bi lêv kir tundî ne tenê li ser bedenê ye di heman demê de tundiya li ser derûniyê jî heye û wiha dewam kir:"Ji bo jin xweparastina xwe pêş bixin divê di destpêkê de baweriya wan çêbibe. Tê xwestin tundî bê normalkirin. Zagon jî pêk nayên. Dema jidûrxistina mêr a ji malê bi dawî bûye jin li kuçe û kolanan hatine qetilkirin. Lê mêr jî serbest berdidin. Me çend caran ev yek dîtiye. "   'Zimanê medyayê hêmayên çandî tundiyê normal dike'   Mamoste Arzû Hizli da zanîn di warê normalkirina tundiyê de hêmayên olî û çandî jî di aliyê neyînî de bi bandor in û wiha got:"Tundî di nûçeyan de magazînvarî tê dayin. Asta wê ya mirov teşwîqî tundiyê dike jî ez dibêjim naynin ber çavan. Em gelek caran dixwînin ku li ser cezayê ew ê mêr bigire nayê sekinandin û gelek caran jî tiştek bi mêr nayê. Divê saziyên ku jinên tundiyê dibînin ji bo serî lê bidin hîn bêtir bên avakirin. Saziyên hene têrê nakin. Her wiha divê platformên jinan jî hîn bêtir xwe bigihêjin jinan."   'Jin ji ber zextên civakî bêdeng dimînin'   Emîne Îşlek a li Somayê di kuaforê de dixebite wiha got:"Jin ji bo baweriya wan çêbibe divê bibin xwedî bawerî. Gelek jin ji ber di aboriyê de mecbûrî mêran dimînin tundiyê dibînin. Jin dema ne mecbûrî mêr bin hîn bi hêztir dibin. Li Somayê herî zêde tundî û hişbir hene. Gelek jin ditirsin. Divê serî li cihên pêwist bidin lê gelek carî ji vê yekê jî ditirsin."   'Bêedaletî herî zêde di nava malê de diqewime'   Gulfîdan Kose ya ku di bobelata Somayê de hevjînê wê jiyana xwe ji dest da wiha got:"Jin herî zêde di nava malê de bi tundiyê rû bi rû tên hiştin. Mêrê dixebite jî tenê pereyê bazarê didin hevjînên xwe. Jin vê yekê qebûl nakin lê ji ber di bin hîmayeya mêr de ye mecbûr dimîne serî bitewîne. Jinên dixebitin jî hene lê ew jî bi tundiya mêrê pê re zewicîye dibînin. Jina dixebite pereyê xwe her ji zarok û hevjînê xwe re xerc dike lê belê mêr ne wiha ne. Divê jin li dijî vê yekê têbikoşin û li her derê xwe bi rêxistin bikin."   'Li Somayê havînan 90 tl didin kedkarên cotkariyê'   Kedkara malê Emîne Direksiz wiha got:"Li Somayê havînan 90 tl didin kedkarên cotkariyê. Ev jî ne bi ewle ye. Mêrê bi min re zewicî nahêle ez bixebitim. Min pir xwest ez bixebitim lê ji ber min got zarokên min hene ez nexebitîm. Ez di 18 saliya xwe de zewicîm û di 19 saliya xwe de bûm dayik. Ji ber 3-4 zarok li dû hevdu çêbû hevserê min nexwest ez bixebitim. Ez hîn nû dixebitim lê bi yewmiyan."