'Li hemberî şerê heyî divê helwestên me yek bin' 2020-11-17 09:03:38   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Cîgira Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê, Emîne Bekir di derbarê geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkan yekîtî girîng e û wiha got: "Şerê li herêmê tê meşandin şerekî dijwar e, wê ev şer bi rêya diyalogan çareser bibe. Li hemberî şerê heyî divê helwestên me yek bin."   Piştî Kantona Girê Spî ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hat kontrolkirin û şûnde rojane êrîş li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê tên kirin. Di heman demê de dewleta tirk dîwarê şermê li aliyê Dirbêsiyê yê girêdayî herêma Cizîrê radike û li şuna dîwar xendeqan dikole. Her wiha dewleta tirk baregehên xwe ji Idlibê vedikişîne û li gundewarên Eyn Îsayê ava dike. Têkildarî vê mijarê Cîgira Meclîsa Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir ji ajansa me re axivî.   'Şerekî dijwar li ser herêmê tê qewimandin'   Emîneyê bal kişand ser rewşa giştî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Di van demên dawiyê de û heta niha jî rewşa herêmê ne diyar e û hin tevlîhevî hene. Her wiha di çar salên dawiyê de zexteke mezin li ser herêmên Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, El Bab, Cerablûs, Ezaz û Îdlibê li qadên dagirkirî ji milê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wan ve tên meşandin. 9 sal in şer li van herêman tên meşandin. Şerê herî giran û dijwar li ser Kobanê hat meşandin. Di şerê li Kobanê pêk hat de ger şervanên me nebûna wê demê çete bin nediketin û Kobanê jî rizgar nedibû. Em dizanin kîjan dever xwedî stratejî be dewleta tirk êrîşî wir dike û çeteyên xwe li wan deveran bi cih dike. Dema ku li Ermenîstanê şer dest pê kir yekser dewleta tirk çeteyên xwe derbasî Ermenistanê kirin, di heman demê de li Idlib û Lîbyayê dîsa yên derbas bûn çeteyên tirkan bûn. Herêmên ku niha di bin dargirkeriya dewleta tirk de ne çeteyên DAIŞ û gelek komên din ên bi navê Ehrar El-Şerqî û Siltan Murad lê tên bicihkirin. Zagona Qeyser jî zextek li ser aboriya Sûriyeyê kir û bandora xwe li gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir."   'Li hemberî şerê heyî divê helwestên me yek bin'   Emîneyê wiha dewam kir: "Dema Şoreşa Rojava dest pê kir û heta roja îro jî rola Rejîma BAAS'ê nayê xuyakirin, divê rejîm jî rola xwe bilîze ji ber yê ku niha Sûriyeyê bi rê ve dibin kesên ne ji Sûriyeyê ne. Rojane axa Sûriyeyê tê parçekirin û dagirkirin, di vir de divê zext li Sûriyeyê bê kirin û helwestekê bide diyarkirin û axa xwe ji dewleta tirk biparêze. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta astekê guhertin û veguhertin hatine çêkirin. Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bê navber êrîşî navçeya Eyn Îsa, Minbic û Şehbayê dike. Gelek şande ji derve hatin û em bi hev re civiyan, nîqaşên me li ser zext û kiryarên dewleta tirk û çeteyan wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Di heman demê de ji bo pirojeya Netewa Demokratîk ya ku cara yekemîn li herêmê hatiye rûniştandin û bi awayekî serkeftî tê meşandin, bi şandeyê hat axaftin. Ev piroje wek tecrube tê pejirandin û pergala hevserokatiyê di nava hemû sazî û dezgehên me de hatine qebûlkirin û li ser wî esasî xebat tê meşandin. Dewleta tirk li hemberî pirojeya Netewa Demokratîk şerekî dide meşandin, dema dibîne jinek dibe rêveber an jî hevserok yekser wan dike hedefa êrîşên xwe, ji ber wê rojane êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmê didomin. Divê em bibin yek û li hemberî şerê heyî divê helwestên me yek bin."   'Divê helwesteke cidî li hemberî dewleta tirk bê diyarkirin'   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bang li gelan kir ku li beramberî dewleta tirk û hevkarên wê helwestên xwe diyar bikin û wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk û çeteyên wê şerê Osmaniyan li ser me didin meşandin û armancên wan ber bi çav in, dixwazin axa me tevahî dagir bikin. Li hemberî vê divê em hêza xwe xurt bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber şerê ku niha li Başûrê Kurdistanê tê meşandin ji şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne qut e. Dewleta tirk dixwaze her çar parçeyên Kurdistanê dagir bike. Destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê dikevin bin xizmeta dijmin, ji bo wê divê pirojeya me ji tevahî dewletên desthiladar re bibe bersiv.  Divê diyalogên Kurdî-Kurdî bên domandin da ku yekîtiya neteweyî bê avakirin. Dema ku şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî li Başûrê Kurdistanê bê kirin û em helwestên xwe diyar nekin, wê demê yê ku bi ser bikeve dewleta tirk e. Ji bo wê divê bi awayekî lez û bez yekîtiya neteweyî bê avakirin. Divê em derfet nedin dijminê xwe, berovajî wê em parastina xwe li hemberî dijminê xwe bikin. Kêm zêde helwestên gel û partiyên siyasî li hemberî şerê heyî hene lê ne têrker in, divê helwestek cidî hebe da ku ev dijmin derbasî herêmên me nebin. Divê em baweriya xwe bi civakên navneteweyî û dewletên desthiladar neynin, ji ber ew dibin hevkarên dewleta tirk û şer li herêmên me geş dikin."