ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-17 09:00:00   *Hevseroka Encûmena Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî têkildarî daxwaza ENKS'ê ya rakirina pergala hevserokatiyê nirxandin kir. Fewziyayê da zanîn ku pergala hevserokatiyê xaleke sereke ye û wiha got: "Hevserokatî xaleke bingehîn a pergala Rêveberiya Xweser e. Divê em pergala hevserokatiyê bi hêztir bikin û li dijî daxwazên pergala hevserokatiyê dikin hedef, têbikoşin." DÎMEN HEYE   *Jin ji tiriyên ku ji rezan kom dikin cur bi cur xurekan peyda dikin û difiroşin. Ji tiriyê ku tê komkirin û şîreya wî tê derxistin bi kedeke mezin bastîq,benî, dims, şereb û gelek xurekên din tên amadekirin. BI DÎMEN   *Cîgira Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê, Emîne Bekir di derbarê geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkan yekîtî girîng e û wiha got: "Şerê li herêmê tê meşandin şerekî dijwar e, wê ev şer bi rêya diyalogan çareser bibe. Li hemberî şerê heyî divê helwestên me yek bin." DÎMEN HEYE   *Jinên li Somayê dijîn dan zanîn ku pênaseya tundiyê kêm tê kirin û tê xwestin ku êdî normal bibe. Jinên ku anîn ziman ew mafên jinan tam nizanin gotin divê platformên jinan hîn bêtir xwe bigihêjin jinan. DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Zeyneb Mihemed a li Gundê Jinwarê bi têkoşîna xwe jiyanê her zindî dihêle, derbarê çîroka xwe de wiha got:"Li Jinwarê rawestandin tune ye, kar û xebat pir heye. Jiyan li vê derê pir xweş e. Ne desthilatdariya mêr heye û ne jî pêdiviya me ji wan heye. Piştî ewqas tundî Jinwar bû stargeha me jinan." DÎMEN HEYE   *Mêrên ku tevlî perwerdeya xweser a birdozî bûne di derbarê perwerdeyê de wiha gotin: "Piştî em derbasî perwerdeya birdozî  bûn  maf, hebûn, nasname û rastiya jinê me nas kir. Em rexnedayîna xwe li hember bindestiya jinê ku ji aliyê zihniyeta mêran ve tê meşandin, didin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclîsa Dîwana Gel a Mexmûrê Evîn Tayboga, destnîşan kir ku dema serdest bixwazin îradeya civakê teslîm bigirin di serî de êrişê jinan dikin û got: "Êrişên pergala serdest a mêr her diçe dijwartir bibe, ji ber vê yekê pêwîste di serî de jinên kurd û tevahî jinên cîhanê têkoşîn û berxwedana xwe bi hêztir bike. Pêwîste ev têkoşîn û berxwedan di her qadê jiyanê de bi her awayî pêş bikeve." BI DÎMEN    *Ji ber krîza aborî û vîrusa korona yê ku pêşî lê nayê girtin êdî mirov nema dikarin nanekî bibin malên xwe. Froşkar û kiryar tenê li bazarê xizaniyê diaxivin û vedigerin malên xwe.  DÎMEN HEYE   * Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Ekîn Taş bal kişand ser xebatên kampanyaya “Rabe ser piyan” û got: “Di encama xebatan de refleksên erênî derketin holê û em ê li dijî polîtîkayên şer ên taybet xwebirêxistin bikin, têkoşîna xwe mezin bikin û xwe biparêzin.”BÎ DÎMEN   *Dê li Helebê semînera jinên ciwan bê lidarxistin. (12.00)   *Dê li Şehbayê çalakiya ciwanan bê lidarxistin. (16.00)   **HDP li salona dawetê ya ku li Qoserê ye bi gel re civînê li dar dixe. (11.00)