Êzidî piştî meşê dest bi çalakiya rûniştinê kirin 2020-11-16 16:40:42   ŞENGAL - Şêniyên Şengalê li ber seytera giştî ya Musilê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û diyar kirin ku heta kesên ku hatî binçavkirin serbest neyên berdan û cenaze neyê dayîn dê li vir çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin.    Şêniyên Şengalê li dijî hevpeymana di navbera Bexda û Hewlêrê û her wiha êrişên di 9'ê mijdarê de pêk hatî şermezar bikin îro meşek li dar xistin. Meş li ber Şaredariya Gel a Şengalê dest pê kir û heta li ber Asayîşa Pirdogana Şengalê pêk hat. Jin, ciwan û zarok gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên kesên di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dayî hatin hilgirtin. Şêniyên ku gihaştin ber seytera giştî ya Musilê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Êzidiyan di çalakiya rûniştinê de diyar kirin ku heta ku kesên ku li nexweşxanê hatine binçavkirin neyên berdan û cenaze teslîmê malbatan neyê kirin dê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin.