Jin di xebata atolyeyê de li hev civiyan 2020-11-16 13:54:01   MÊRDÎN - Jinên TJA’yê  di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de di atolyeya ku mijara wê “Civak û Zayend” e li hev civiyan.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî  Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de li navçeya Nisêbînê atolyeya ku mijara wê “Civak û Zayend” e li darxistin. Atolye li avahiya HDP’ê ya navçê bi tevlibûna endam û rêveberên Platforma Jinan a Şarhmaran, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, hevşaredarên navçeyê yên ku qayûm li şuna wan hatine tayîn kirin û gelek jin û mêrên li navçeyê re hat lidarxisitn.    Di atolyeyê de mijarên weke Civaka zayendî, xwe parastina rewa, Polîtîkayên şerê taybet hatin niqaşkirin. Di atolyeyê de eleqeyek mezin ya mêran jî hebû ku ev mijar bi awyek giştî hat nîqaşkirin. Kesên tevli atoleyê bûn bi taybet ev polîtîkayên êrişên taybet ên li ser Kurdîstanê tên meşandinê kirin mijara xwe û bi hev re nîqaş kirin.   ‘Emê li her qadî xwe rêxistin bikin’   Çalekvana TJA’yê û endama Platforma Jinan a Şahmaran  Gulîzar Îpek di atolyeyê de axivî û wiha got: “Ev mijarên ku em nîqaş dikin êdî herkes pê dizane. Bi navê hezkirin û evînê jin tên qetilkirin. Me di demek nêz de mînakên vê li Şirnex, Amed û Êlihê dîtin. Niha tişta em nîqaş bikin divê ev be ku em hev agahdar bikin û pişre jî ji vê re riyên çareseriyê pêşniyar bikin. Divê em li her qadê xwe li dijî van êrişan rêxistin bikin.”   Atolye bi diruşmên “Jin Jiyan Azadî”  bi dawî bû