Êzidî li dijî planên li hemberî Şengalê daketin qadan 2020-11-16 12:24:40   ŞENGAL - Şêniyên Şengalê li dijî binçavkirina birîndarên xwe û hevpeymana Bexda û Hewlêrê dest bi meşê kirin.    Li dijî hevpeymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatî îmzekirin çalakiyên êzidiyan didomin. Ligel hevpeymanê di 9'ê mijdarê de arteşa tirk mezraya Xelef a girêdayî gundê Barê yê bajaroka Xanesor ya Şengalê dabû ber bombeyan. Hêzên Nesir El Mubîn derbarê êrişa 9'ê Mijdarê de rojên borî daxuyaniyek dabû. Li gorî daxuyaniyê sivîlekî ku ji bo bîra avê karê sondajê dikir jiyana xwe ji dest daye û şervanekî wan jî birîndar bûye.    Her wiha li gorî agahiyan kesî ku birîndarbûyî jî li nexweşxaneya Misûlê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 3 kesên ku bi birîndar re çûbûn nexweşxaneyê hatine binçavkirin. Her wiha cenaze jî teslîmê malbatên nakin.    Li dijî kiryarên ku pêk hatî şêniyên li Şengalê dest bi meşê kirin. Meş li ber Şaredariya Gel a Şengalê dest pê kir, meş dê heta li ber Asayîşa Pirdogana Şengalê bidome. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.