Dayikên Mexmûrî: Li hemberî siyaseta şerxwez rabin ser piyan 2020-11-16 09:32:39   MEXMÛR - Jinên Mexmûrê bal kişandin ser êrîşên li hemberê Herêma Federal a Kurdistanê û gotin: "Em tu carî şerê di navbera kurdan qebûl nakin. Bila bes bên lîstokên dewleta tirk. Em bang li hemû rêxistinan dikin ku li hemberî siyaseta şerxwez helwesta xwe diyar bikin."    Bertek û nerazîbûnên li dijî polîtîkayên ku li Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin didomin. Sazî, dezgeh, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Kurdistanî bi daxuyanî û çalakiyên xwe xwestin aloziya li herêmê bê bidawîkirin. Hewldanên şer û nîqaşên siyasetê bû mijara nirxandinên jinên Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), gotin divê kurd neyên lîstokan.    Oznur Kaya hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û got: "Ji Etrûş heya niha em şahidin û me bi çavê xwe ditiye hevkariya PDK’ê li gel dewleta Tirk heye. Li wargehên din Etrûş, Nînova, Nehdarê û heta niha ev dijminatî ligel gelê me yê Bakur ku penaber bûye  berdewame. Em bûne şahid ku PDK’ê du birayên hev qetil kirin û firotin dewleta Tirk. Cara yekemin me PDK dît, ya duyemin ji ku dijmin avakarê DAIŞ’ê bû ku belavî serê Gelê Kurd kirin tiştên wiha kirin. Em van tiştên ku tên kirin şermezardikin. Em mirovên kurd birayên hevin û em naxwazin ev şer çêbibe. Em şerê pêşmerge û gerîla naxwazin. Pêşmerge û gerîla birayên hev in. Birêz Murad Karayilan jî banga silahetê dike û em herdu bi hev re şerê dijminê xwe bikin. Banga me ji Mesûd Barzanî re heye ku vî şerî bide rawestandin û desê xwe ji xiyanetê bikişîne. Bila bes li gel dewleta Tirk lîstokan bike. Ger ku gerîlla li çiyan nebe PDK jî namîne, bila miletê me hemû rabe ser piya. Ger sibe şerek çêbibe wê milet pê têk biçe.”   ‘Bila gelê Başûr rabe li ser piyan’   Oznur ev bang li gelê Herêma Federal a Kurdistanê kir: “Gelê Başûr bila rabe ser piyan û li hember birakujiyê helwesta xwe diyar bikin. Bila bes dilê dayikan bişewite. Em naxwazin şerê birakujiyê li ser gerîllayan bê meşandin. Em dizanin em û dewleta Tirk dijminê hevin, em dikarin ji şerê hev bikin û hev bikujin, lê em û PDK kurd in, em biryê hev in. Bila destê xwe ji xwîna gerîllayan bikişînin. Di gotin em ê  Heftanînê xilas bikin, lê hina Heftanîn li ber xwe dide û bin neketiye. PDK’ê ji bo ku eskerên Tirkiyeyê bi parastî bikevin Heftanînê diçû mayîn di rakirin, da ku tiştek bi wan neyê. Ji vê diyar dibe ku hevkariyan wan gel hev gelek xurte. Em vê hevkariyê şermezar dikin.”   ‘Bila werin li ser rêya rast’   Kerîme Kanad jî ev bang li Barzanî kir; “Di destpêkê de bangawaziya me ji bo Mesud Barzanî û Nêçirvan Barzanî ew e ku bila bên ser rêya rast, bila ser rêya heq bin. Ev salek û nîve ambargo li ser wargehê hêye, miletekî belengaze ku ji bo xwe kar dikin, hevkariya dewleta Tirk dike. Ji ber endamekî MÎT’a dewleta Tirk li hemberî miletê xwe ambargoyê pêş dixe. Em bi çavê biratiyê nêzî wana dibin. Ew xiyanetê li me dikin. Mafê wan nine ku me dixin vê rewşê de. Nêzi salekiye li herêmên Xakurkê, Gare, Qendîl û Heftanîn êrişan pêktînin. Di wi alî de pêşmerge ji naxwazin şerê birakujiyê li gel PKK’ê û gerîllayan bikin. Banga min ji hemû dayikên kurd re heye, bila vê helwesta xwe nîşan bidin, bêjin em naxwazin kesek şerê birakujiyê bikin. Em hêvî ji wan dikin, bila bes birakujî çêbibe. Dest ji kiryarên xwe berdin. Em wek dayik bi van kiryaran diêşin. PDK xwe aniyê rewşek wisa ku mirov nekaribe navê wan bine ser ziman. Em dizanin ku dijminê me hertim dewleta Tirk e, lê belê PDK li ser navê biratiyê her tiştî dike. Bila gelê Başûr ji li hemberî viya helwesta xwe danin holê. Kiryarên PDK’ê şermezar bikin biratiya xwe biparêzin.”     Kerîme di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinan kir ku li hemberî vê polîtîkayên şerxwaz helwesta xwe diyar bikin û diyar kir ku ew şer naxwazin biratiyê dixwazin.