'Serhildana me wê tecrîdê bişkîn e' 2020-11-16 09:01:48   Sara Şêx Hesen   HELEB - Rêvebera Kongreya Star a Helebê Emîne Xidir tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullaha Ocalan şermezar kir û wiha got: "Dê serhildana gel bê encam nemîne û wê bi nerazîbûna gel tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo were şikênandin."   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Her wiha Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî herî dawî piştî 21 salan, di 27'ê Nîsanê de cara yekem bi telefonê hevdîtin pê re pêk anîn û di 7'ê îlonê de ji bo 6 mehan ev hevdtîin jî hat qedexekirin. Têkîldarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêvebera Kongreya Star a Helebê Emîne Xidir axivî.   'Em ê li dijî tecrîdê li ser piyan bin'   Emîne di dest pêka axaftina xwe de tecrîda girankirî şermezar kir û wiha got: "Rêber Apo ji bo mafê gelên bindest her têkoşiya û ev têkoşîn ji ber ne li gorî daxwaza dewlet û desthilatdaran e Rêber Apo dîl girtin. Ev bû 22 sal Rêber Apo di hundir zîndana Îmraliyê de ye û em bi tundî kiryar û desthilatdariya dewleta tirk û hevkarên wê şermezar dikin. Dewleta tirk mafê Rêber Apo binpê dike û hemû mafên Rêber Apo ji dest wî hatiye girtin. Ev demeke dirêje agahiya me ji Rêber Apo nîne. Dewleta tirk her ku diçe vê tecrîdê girantir dike.  Lê em ê li dijî tecrîdê li ser piyan bin. Ev serhildana me wê bê encam nemîne û em ê bi nerazîbûna xwe vê tecrîdê bişkînin. Niha em cîhanê temaşe bikin mirovên azadî û aşitîxwez her li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin û her ku diçe fikir û felsefeya Rêber Apo di cîhanê de deng vedide.  Gelek pêkhate azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dibînin. Ji bo wê armanca dewleta tirk ji tecrîdê şikandina îradeya gelên azadîxwaz e."    'Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye'   Emîne diyar kir ku Kongreya Star wê pêşengtiya hemleya li dijî tecrîdê bike û wiha domand: "Weke Rêxistina Kongreya Star armanca me ya yekem ew e ku em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin. Rêber Apo ji bo azadiya jinê kedeke mezin da.  Ji ber vê kedê azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo  girêdayî ye. Bi pêşengtiya Kongreya Star hemleya li dijî tecrîdê dewam dike û em ê bi çalakiyên cur bi cur nerazîbûna xwe li dijî tecrîdê nîşan bidin. Herî dawî bi pêşengtiya Kongreya Star li bajarê Helebê pêşengeha pirtûkan û wêneyên Rêber Apo hat vekirin, encama vê pêşengehê jî pir erênî bû. Me bi pirtûkên Rêber Apo hîn zêdetir fikrê wî yên derbarê azadiyê de belav kirin."   'Em ê li dijî tecrîdê çalakiyên xwe bidomînin'   Emîne herî dawî bang li dewletên navneteweyî kir û wiha bi dawî kir: "Ev tecrîd li ber çavê hemû cîhanê tê meşandin. Em bang li dewletên navneteweyî û kesên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin dikin ku vê tecrîda girankirî li ser Rêber Apo bidin rakirin. Heta ku ev tecrîd neyê şikandin em ê çalakiyên xwe bidomînin."