ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-16 09:00:00   *Rêvebera Kongreya Star a Helebê Emîne Xidir tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullaha Ocalan şermezar kir û wiha got: "Dê serhildana gel bê encam nemîne û wê bi nerazîbûna gel tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo were şikênandin." DÎMEN HEYE   *Rêvebera Kampa Koçberan a Serêkaniyê Nesrîn Sîno bi hatina demsala zivistanê re, rewşa kampê nirxand. Nesrînê da xuyakirin ku pêwîst e rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe ya exlaqî rabin û alîkariya koçberan bikin. DÎMEN HEYE   *Bertek û nerazîbûnên li ser rageşiya li Herêma Kurdistanê didomin. Rêvebera MEBYA-DER'ê Meryem Soylu got: "Heke îro em yekitiya xwe ava bikin. Em ê bibin hêzek cîhanî. Wê demê tu kes nikare li pêşiya kurdan bisekine." Dayika Aştiyê Hedle Ogur jî anî ziman ku dijminên kurdan yek in û divê li hemberî vê kurd xwedî li hev derkevin. DÎMEN HEYE   *Malbata Ayşe Bayram a HPG'yî ku li Şirnexê di pevçûnê de jiyana x xwe ji dest da 55 roje ji bo ku cenazeyê wê bigire têkoşînê dide. Xuşka Ayşeyê Miyaser Bayram diyar kir ku xuşka wê li heber dijmin serî netewandiye û got ku ji bo cenazeyê xuşka xwe bigire dê heta dawî ew jî têkoşîna xwe bidomîne. DÎMEN HEYE   *Rêvebera Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê Sozdar Omer balkişand ser amadekariyên xwe yên ji bo 25'ê  Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û wiha got: "Bi hatina roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê dê lîstika şano ya bi navê 'Bêdeng' sê rojan li Şehbayê bê pêşkêş kirin." DÎMEN HEYE     *Jinên Mexmûrê bal kişandin ser êrîşên li hemberê Herêma Federal a Kurdistanê û gotin: "Em tu carî şerê di navbera kurdan qebûl nakin. Bila bes bên lîstokên dewleta tirk. Em bang li hemû rêxistinan dikin ku li hemberî siyaseta şerxwez helwesta xwe diyar bikin." BI DÎMEN    *Di çarçoveya xebatên 25'ê mijdarê de jin wê di atolyeya ku li Nisêbînê were çêkirinê de bicivin.