Ji TJA'yê Çalakiya mor: Em bi bexwedanê xwe diparêzin 2020-11-15 16:18:10   STENBOL - TJA'yê bi minasebeta 25'ê Mijdarê çalakiya mor li darxist û got, "Li dijî tundiya mêr- dewlet em bi berxwedanê xwe diparêzin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li qada Uskudara Stenbolê çalakiya mor li darxist.  Di çalakiya ku wêneyên jinên hatin qetilkirin hat hilgirtin de  pankarta bi dirûşma "Em xwe diparêzin" hat vekriin. Di çalakiya ku di bin dorpêça polîsan de hat lidarxistin dowîzên bi dirûşma "Efuya destdirêjiya li zarokan tune ye" hatin hilgirtin.   Di çalakiya ku gelek jin tevlibûn de Hevseroka HDP'a Uskudarê Aysel Ozbek li ser navê jinan daxuyanî xwend û got, "Xuşkên Mîrabel ku li Domînîkê li dijî dîktatoriyê li ber xwe dan bedela vê bi canê xwe dan, lê têkoşîna wan xuşkan rêya têkoşînê ji jinan re vekir. Ayselê got ku ji berê û heta roja îro tundiya mêr -dewletê li hemû qadên jin lê ne berdewam dike û ji wê rojê û şûnde jin ji bo ku bijîn bedelên herî giran dane.    Çalakî bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Em xwe diparêzin" bi dawî bû.