Leyla Guven li dijî tecrîdê banga têkoşînê li jinan kir 2020-11-15 15:52:07   EDENE - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di Kongreya HDP'ê ya navçeya Çukurovayê de axivî û bang li jin û ciwanan kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Çûkûrovaya Edenê, 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Dogal Park Balo li dar xist. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamên MYK û PM’ê, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên ESP, DAD, EMEP û TUAYDER’ê û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Pankartên “Em hêvî, cesaret û piştevaniyê mezin dikin” û “Em li dijî tundiya dewleta mêr di têkoşînê  de ne” bi salona kongreyê ve hatin daliqandin.   'Ew nikarin me asteng bikin'    Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di kongreyê de axivî û Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn. Leyla, behsa komkujiyên li ser kurdan kir û wiha got: “Di dîroka Komara Tirkiyeyê de, her tim kurd di komkujiyê re hatine derbaskirin û vîna wan hatiye xespkirin. Îro feraseta ‘kurdê herî baş, kurdê mirî ye’ bi girtinan dewam dike. Lê ew ê nekarin bi zindanên xwe me hepis bikin û dil bigirin. Ji ber ku em lêgerên heqîqetê ne. Em li ku derê dibin bila bibin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”   'Em hene û em hêzek in'   Leylayê, bi bîr xist ku desthilatdarî hewl dide ji gelê kurd “tolê” hilde û wiha bilêv kir: “Em li vî welatî hene û em hêzek in. Hûn nekarin vê hêza me, bi daraz, polîs û hiqûqa xwe asteng bikin. Em hene. Çawan ku nekarin Mûnzûrê zevft bikin, wê nikaribin me jî zevft bikin. Em ê her tim li ser piyan bin.”   'Em serî natewînin'   Leylayê, bal kişan ser salvegera 83’yemîn a bi darvekirina Rêberên Serhildana Dersimê Seyît Riza û hevalên wî û bi van gotinan ew bi bîr anîn: “Kurdan tu carî çong dananîn û serî netewandine. Kurdan her tim têkoşîna xwe bi rêve birine û ev jî ji desthilatdariyê re bû dert.”   'Têkoşînê mezin bikin'   Leylayê, qala tecrîda li Îmraliyê jî kir û wiha lê zêde kir: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike. Ocalan 21 sal in li dijî polîtîkayên şer, înkar û îmhayê li ber xwe dide. Gelê kurd û jinên kurd bi fikir û ramanên Ocalan, hebûna xwe piştrast kirin. Ji bo ku tecrîd rabe û pirsgirêka Gelê Kurd çareser bibe, divê em têkoşîna xwe mezintir bikin.”    Piştî axaftina Leyla, raporên xebatan hatin xwendin û dûre ji bo Hevserokatiya HDP’ê ya Navçeya Çûkûrovayê Saniye Seçgîn û Yaşar Demîr hatin hilbijartin.