Aktîvîsta jin dê îadeyî Îranê bê kirin 2020-11-15 13:06:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Peyman Aref ê ku ragihand dê Parêstvana mafên jinan Nasîbe Şemsaî îadeyî Îranê bê kirin banga piştevaniyê kir.    Aktîvîstên mafên jinan ên îranî ku ji be tundiya li Îranê li jinan tê kirin welatên xwe terk dikin li welatên din jî zahmetiyan dikişînin. Li gorî nûçeya ku Peyman Aref li ser Twîtterê parve kir akîtvîsta îranî Nesîbe Şemsaî ji bo ku îadeyî Îranê bê kirin li navenda paşveşandinê ya li Edîrneyê tê girtin. Herwiha Peyman li ser hesabê xwe ji bo Nesîbeyê banga piştevaniyê kir.