Nivîskaran banga azadiya hemû nivîskarên di zindanan de kirin 2020-11-15 11:48:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê dan zanîn ku nivîskarên kurd ên di zindanan de ji bo civakeke azad û wekhev bi pênûsa xwe li berxwe didin û cihê wan ne zindan e.   Bi munasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskaren di Zindanan de Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin nivîskar meşalei bîr û baweriya civakê ye.   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Îro 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de ne. Lê belê bi sedan nivîskarên kurd ji ber fikir û ramanên xwe yên azad di girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê de tên girtin. Nivîskar meşale, bîr û baweriya civakê ye û li dijî zextên otorîter serî natewînin. Cihê wan ne zindan e. Ew ji bo civakeke azad û wekhev bi pênûsa xwe li berxwe didin.   Em weke Komeleya Nivîskaren Mezopotamyayê û Komeleya Wêjekarên Kurd bang li hemû aliyên demokrasiyê diparêzin dikin da ku bibin dengê nivîskarên kurd ên di zindanan de û dawiyê jî hemû nivîskarên ku li her derê cîhanê di girtîgehan de ne. “