'Bila kurd nebin dijminê hevdu' 2020-11-15 09:06:21   COLEMÊRG - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê dan zanîn ku ew polîtîkayên kurdan dikin dijmin qebûl nakin û gotin ger kurd kurdan  bikujin şerm e    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bi lêv kirin ku ew polîtikayên ciwanên kurd li Başûrê Kurdistanê tînin hemberî hevdu qebûl nakin û bang li Mesûd Barzanî kirin û gotin 'Dinya alem hemû dijminên kurdan e bila em jî nebin dijminên hevdu'.   'Em ne şer aştî û edaletê dixwazin'   Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Kudret Aksu bi lêv kir ku ew êdî naxwazin dayik bigirîn û wiha got:"Çi Rojava çi Bakur çi Başûr em hemû kurd in. Kurdistan 4 parçe ye. Divê em hemû bibin yek û dest bi din destên hevdu. Bila zarok û neviyên me nemirin. Pêşmerge û gerîla ferq nakin. Em ne şer aştî û edaletê dixwazin. Kurd kurdan bikuje şerm e. Kesek naxwaze kes xwişk û birayên hevdu bikujin."   'Erdogan li dijî te lîstikan dilîze'   Dayika Aştiyê Kiymet Dogma êrişa kimyewî ya 1988'an a Seddam Huseyin bi bîr xist û wiha got:"Tiştên ku Sedam bi te kiriye îro Erdoganê bi te bike. Erdogan li dijî te lîstikan dilîze. Zarokên me hatin kuştin. Çekên kîmyewî avêtin Geverê, her der tije Hîzbûllah kirin. Tu jî dibe sedema birakujiyê. Êdî bes e. Bila êdî xwişk û bira bi hevdu nekevin."   'Bila ev xwîn bisekine'   Dayika Aştiyê Gulçin Karabuk wiha got:"Ka di vî wextî de we li dîtiye xwişk û birayan li hev dane. Me digot Barzanî birayê me yê mezin e lê me nizanîbû ew ê li birayê xwe bide. Zaten dijminê me li me dide. Bila ev xwîn bisekine. Em birakujiyê qebûl nakin. Dinya alem hemû dijminên kurdan e bila em jî nebin dijminên hevdu. Divê Berzanî çareseriyekê bibîne û nehêle şer derkeve."