Jina Çerkes: Bi saya Rêveberiya Xweser çanda me zindî bû 2020-11-15 09:03:22   Dilucan Bozî   MINBIC - Jina Çerkes Hind Daxistan di derbarê dîrok, çand, komkujî û koçberiya Çerkesan de axivî. Hindê da zanîn ku Rêveberiya Xweser çanda wan zindî kiriye û wiha got: "Gelek komkujî bi ser gelê çerkes de hatiye. Gelek carî koçber bûne. Ji ber vê yekê nifşên nû ziman û çanda xwe winda kirin, lê bi saya Rêveberiya Xweser me çand û zimanê xwe zindî kirin."   Çerkesên li Minbicê dimînin piştî Minbic ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin şûnde bi awayekî azad niha çanda xwe zindî dikin. Hind Dagistan a yek ji pêkhateyên Çerkes e di derbarê danasîne dîroka Çerkesan de ji ajansa me re axivî.   'Em bi komkujiyan re rû bi rû man'    Hindê di destpêka gotina xwe de behsa koçberî û komkujiyên ku li ser Çerkesan hatine kirin wiha anî ser ziman: "Em sê caran koçber bûn. Ev 150 sal in em koçber bûne û li gelek welatan bi cih bûne. Koçberiya herî dawî ya Çerkesan di sala 1864'an de bû. Çerkes ji 70,000000 milyonî  7,000000 man û beşek ji wan di behra reş de fetisîn û bi salan hestiyê bapîr û dapîrên me di nava behrê de man û masiyan goştê wan dixwarin, ji ber wê em goştê masiyan naxwin. Çerkesên ku li Bakurê çiyayê Qefqas li Rusya diman bi destên tirk û Rûsan hatin koçberkirin û di komkujiyan re derbas bûn. Şerê ku li ser Çerkesan hat meşandin ji ber xêr û bêra Çerkesan di milê erdnîgarî de gelekî dewlemend bûn. Di heman demê de stratejiya wê girîng bû, ji ber ku Çerkes di milê şeran de gelekî xurt û jêhatî bûn, rabûn ew kesên ku koçber bûne li bajarên ku ser sînoran dikevin li wir bi cih kirin ji bo ku sînorên xwe biparêzin. Piştî Çerkes koçber bûn êdî li tevahî cîhanê belav bûn û hin ji wan li bajarê Minbicê bi cih bûn, ji wan yên ku Minbic ava kirine, Mehmud Nedîm yê ku bajar ava kiriye. Dema Çerkes derbasî van aliyan bûn bi tirs tev digeriyan û nedixwestin ku bi hin pêkhateyên din re bibin yek her tim xwe tenê dihesibandin. Di heman demê de zimanê derdorê fêm nedikirin, heya demekê hebûna xwe diparastin, lê piştî nifşekî ji nifşekî din êdî Çerkes jî tevlî pêkhateyên Ereb bûn û bi wan re zewicîn."   'DAIŞ li dijî ola îslamî tev digeriya'   Hindê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser ziman, çand û hebûna wan a di nava pêkhateyên ereb de û wiha got: "Li gel Çerkesan ya herî pîroz jin e, di demên kevnar de li gel me xwedewenda Setenayî wek ku li gel Kurdan xwedewenda Îştar di demên civaka xwazayî de hebû. Heta niha jî em navê xwedewendan li zarokên xwe dikin. Kesê ku Çerkes bi rê ve dibir jinek bû û navê wê Wisfiyê ye wê biryar dida û gel li gor wê tev digeriyan. Herî zêde em giranî û girîngiyê didin ziman û çandê, lê piştî ku bajarê Minbicê hat dagirkirin êdî me wek nasnemeya Çerkesan xwe nedida nasîn. Ji ber gelek hêzên dagirker derbasî Minbicê bûn, Artêşa Azad, Cebhet El- Nusra û herî dawî DAIŞ. Dema çeteyan bizanibana em Çerkes in wê demê  êrîşî me dikirin û em qebûl nedikirin. Bi taybet di dema DAIŞ'ê de zarokên me ziman û çanda xwe winda kirin, lê piştî rizgarkirina bajar a ji çeteyan û bi saya Rêveberiya Xweser careke din em li ziman û çanda xwe vegeriyan û me dest bi perwerdeya zimanê xwe kir. Çerkes û Kurd ji yek nîjadî ne ew jî Arî ye û gelek tiştên wan nêzî hev in. Navê Çerkesan ji çar kesan pêk tê, di koçberiyê de yek ji wan winda bûye lê heta niha jî em lêkolîn dikin. Ala me ji sê şûran yanî sê malbatan û 12 qebîlan pêk tê û derdora wê rengê kesk e ew jî şênkayiyê nîşan dide. Hemû cureyên reqsên  me şer nîşan didin, ji ber em ji gelek şeran re derbas bûne û li gel me yên ku reqsê nizanibe wê demê nikare şer jî bike û ne jêhatî ye. Piştî yekîtiya Soviyetê di sala 1992'an de bi bin ket êdî Rûsya bi awayekî fermî Çerkes qebûl kirin û maf da wan ku vegerin welatên xwe. Li şûna mal û milkên wan tiştekî kêm pêşkêşî wan kirin wek xanî an jî parçeyek erd. Di dema DAIŞ'ê de gelek Çerkes derbasî Maykop -Rusiya bûn."   'Di rojên taybet de em hevdu nas dikin'   Hindê di nava gotina xwe de destnîşan kir ku gelek rojên taybet li gel wan hene û wiha domand: "Roja xemginiyê ya Cîhanê  roja reş dema ku em di komkujiyan re rû bi rû man û koçberiyê re derbas bûn, di 21'ê Gulanê de tevahî Çerkes li hev du dicivin û wê rojê bi bîr tînin, li ser wan gul û findan pêdixin û di wê rojê de cilên reş li xwe dikin. Niha jî em bi rêya medyayên civakî xwe digihêjînin hevdu û ji bo wê rojê meş, semîner û civînan li dar dixin. Di roja 17'ê Nîsanê de roja kesk e ji bo wê rojê dîsa em li hevdu dicivin. Di wê mehê de xweza şîn dibe. Xwarinên herî navdar ên ku em çêdikin Şibis Basta, Mamis, Heluva, Şelama û cureyeke vexwarinê li gel me heye ew cure ji bo tenduristiya mirovan baş e, dapîr û bapîrên me li çiya vedixwarin navê wê jî nego şayî ye. Cil û bergên jinên zewicî û ne zewicî ji hevdu cuda ne, yê nezewicî xemlandiye û yê din jî şalî li ser serê wê de tê, her wiha cilên xortan yên normal û yê şer cuda ne. Yê şer bi zêr an zîv xemilandiye. Bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em li çand, ziman û hebûna xwe vegeriyan û me xwe nas kir, em sipasiya Rêveberiya Xweser dikin, ji ber wan hişt ku em li rastiya xwe vegerin û nifşên nû li ser bingehekî baş yê Çerkesan ava bikin. Ew bi me re bûn alîkar. Banga min ji tevahî Çerkesan re heye ku çand û zimanê xwe biparêzin ji ber dema çand û ziman neyê parastin wê demê hebûna Çerkesan li ser rûyê erdê namîne û em ê car din rastî komkujiyan bên."