'Tirkiye dixwaze şerê birakûjiyê di navbera kurdan de çêbike' 2020-11-15 09:01:29   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan, Ayşe Efendî têkildarî êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê yên li ser qadên parastina medya û yekîtiya Kurdan nerînên xwe anî ziman. Ayşeyê bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurdan û wiha got: " Dewleta tirk dixwaze şerê birakûjiyê çêbike. Dixwaze kurd bi destên hev werin qetilkirin. Pêwîst e em bibin yek û çeka xwe li hember kesên ku vî şerî bi rê ve dibin, hildin."   Dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê li Başurê Kurdistanê baregehên xwe yên leşkerî ava dike û her roj bi gefên cur bi cur êrîşî qadên parastina medyayê dike. Li hember van êrîşan Gelê Kurd li her derê cîhanê li ser piyan in û naxwaze şerê birakujiyê rû bide.Têkildarî mijarê, dayika têkoşerên azadiyê û di heman demê de Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî ji ajansa me re axivî.   'Cîhan li benda şerê kurdan yê birakûjiyê ne'   Ayşeyê di destpêka gotina xwe de rewşa Rojavayê Kurdistanê nirxand û wiha got: "Di roja îro de Rojavayê Kurdistanê di dorpêçê de ye û jiyana me jî li gor şert û mercên bi rewşa giştî ve, girêdayî ye. Her wiha di qada navneteweyî de her dem şandeyek cuda tê serdana Rojavayê Kurdistanê dike û bi taybet jî Kobanê, da ku binêrin ka di nava ewqas şer de me çawa jiyana xwe bi rêxistin kiriye, çawa ev bajarên hilweşiyayî ji nû ve hatin avakirin, çawa muzexane çêbûye. Ji bo sekinandina şer û tevlîheviyan dayik û hevjînên şehîdan û dayikên gêrîla jî kefiyên xwe yên spî avêtin erdê. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, lê belê li her çar perçeyên wê êdî gel dixwaze ev şer raweste. Li hemû erdîngariya Kurdistanê komkujî çêbûne, em êdî ji van şeran û komujiyan westiyane. Heger em ji dijmin re dibêjin aştî ma em ê çawa ji bo xwişk û biryarên xwe re nebêjin aştî."   'Divê em rêyên çareseriyê hilbijêrin'    Di domandina axaftina xwe de Ayşeyê bal kişand ser bertekên ENKS û PDK'ê yên li hember yekîtiya Kurdan û wiha domand: "Em ji gelê xwe re dibêjin li şûna ku em rêyên çareseriyê ji hev re bigirin bila em ji aliyê siyasî, civakî û leşkerî ve lihevkirin û diyalogan çêbikin. Çawa Erdogan bi gelê Kurd re siyasetê nake, diyalogê qebûl nake û hemû rêbazên çareseriyê red dike, em nabêjin ku ENKS û PDK weke Erdogan in, lê mixanbin ku ew hişmendî û xwestekên dewleta tirk pêk tînin. Em hinek rastiyan bi bîr xin, dema şer li Başûrê Kurdistanê derket gêrîleyan ew şer rawestandin, piştre Mesûd Berzanî li Mexmûrê bi gerîlayan re civiya û spasiya wan kir. Her wiha pêşmerge Şengal berdan û gerîleyan ew parast û rizgar kir. Li ser vê bingehê divê em deriyan li rûyê hevdû negirin, pêwîst e em deriyên çareseriyê vekin. Em tecrubeyan ji serhildanên xwe bigirin."   'Tirkiye dixwaze şerê birakûjiyê di navbera kurdan de çêbike'   Ayşeyê dirêjî da axaftina xwe û wiha got: "Komploya li ser Rêber Apo hat çêkirin, ew li ser tevahî gelê kurd e û armanca wê jî qirkirina gelê kurd e. Rêber Apo got bila kongreyeka navneteweyî çêbibe û pêşniyar kir ku Mesûd Berzanî û Leyla Zana bibin hevserokên wê. Lê Mesûd Berzanî ew pêşniyar qebûl nekir û got ez bi jinekê re seroktiyê nakim û kongre red kir. Dema ku pêşmerge derbasî Kobanê bûn û li rex şervanên YPJ/YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, em gelek kêfxweş bûn û me got qey di navbera me û Başûrê Kurdistanê de lihevkirineke leşkerî çêbû. Di vê çarçoveyê de divê em siyaseta dijmin baş analîz bikin û weke Gelê Kurd xwe di ber çavan re derbas bikin. Min çend caran serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, kampanya, mol û baregehên dewleta tirk li wir gelek zêde ne, bi wateya ku wan xwe li wir bi cih kirine, ev bicihkirin tê wateya dagirkeriyê û amedekariyên tunekirina Başûrê Kurdistanê. Dewleta tirk dixwaze şerê birakûjiyê çêbike, dixwze kurd bi destên hev werin qetilkirin. Em weke gelê kurd çawa ji bo yekîtiyê, siyasetê, leşkertiyê û çareseriyê gavekê diavêjin, dijmin li hember me deh gavan davêje da ku em paş vegerîn."   'Em bawer in wê yekîtiya Kurdan bi ser keve'   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de ji bo yekîtiyê bang kir û got: "Em bang li pêşmergeyan, gêrîla, YPJ, YPG û QSD'ê dikin û dibêjin hevdu nekujin, herin bi hev re şerê dijmin bikin. Kurdên Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hemû yek in, lê tenê dijmin bê xwesteka me sînor kirine nav me. Ji ber vê pêwîst e em çeka xwe li hember kesên ku vî şerî bi rê ve dibin hildin. Me hişmendiya şerê eşîrtiyê şikand, her wiha hişmendiya ku jinan wek namûs û şeref nîşan dide jî şikand, loma em di vê baweriyê de ne ku em ê hişmendiya şerê birakûjiyê jî bişkînin. Em weke dayikên şehîdan tiştekî ku em êdî jê bitirsin tune ye, lê hêviya me ew e ku êdî kezeba dayikan neşewite. Me bi hezaran şehîd da. Rê û rêbazên serkeftinê diyar in, loma hêvî ji hemû aliyên kurdî heye ku rêbazên herî rast hilbijêrin û di demeke nêzik de yekîtiya Kurdan ragihînin."