‘Em ê xwe biparêzin û xwedî li deskeftiyên xwe derkevin' 2020-11-14 17:15:06   STENBOL - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya navçeya Fatîh a Stenbolê bi navê "Li dijî şîdeta mêr-dewletê têkoşîn" daxuyaniyek dan û gotin dê xwe biparêzin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Fatîha Stenbolê bi minasebeta 25'ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya "Em xwe diparêzin” de bi dirûşma "Li dijî şîdeta dewlet-mêr têkoşîn li Qada Kocamustafapaşayê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Aktîvîstên TJA'yê tevlî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevseroka HDP'ê ya navçeya Fatîh Seyre Îpek ve hat xwendin.    Seyre, di destpêke de bal kişand ser çalakî û bernameyên 25'ê mijdarê û got: "Li dijî şîdeta dewletê dê daxwezên xwe bilind bikin. Jin li her derverê cîhanê di nava têkoşînê de ne. Her wiha qanûnên ku faîl û kujeran diparêz kuştina jinan zêde dike. Mînaka herî girîng jî tecawizkar Mûsa Orhan e û Mûsa serbest hat berdan. Dayika Îpekê Halîme jî got 'Mûsa ji çeka pişt xwe ya dewletê bi bawer e' Ev tişt rastiyekî tîne ziman."   Seyre, destnîşan kir ku dê ji bo pratîzekirina Peymana Stenbolê tê kêkoşÎna xwe bidomînin û wiha axivî: "Tişta ku jinê bide jiyin xweparastine. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê jiyanek azad û wekhev ava bikin."   Çalakiya jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û bi firandina nepoxên mor û spî bi dawî bû.