Astengiya polîsan hat şermezarkirin 2020-11-14 17:14:01   AMED - Çalakiya Mor Konvoy a bi pêşengiya DAKP'ê hat xwestin bê lidarxistin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Jinan astengiya polîsan bi çalakiya bêdengiyê şermezar kirin   Platforma Jinê ya Dîcle Amedê (DAKP), li dijî destdirêjî û tundiya mêr a li trafîkê xwest li navçeya Kayapinarê ya Amedê çalakiya Mor Konvoy li dar bixe. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Komeleya Jinê ya Rosayê, Meclîsa Jinê ya HDP'ê, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remzîye Tosûn, Semra Guzel, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya ku ji aliyê polîsan ve hat astengkirin ji aliyê jinan ve bi pankarta "Ji tundiya jinê re bibê na" bi bêdengiyê hat şermezarkirin.    Jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" çalakiya xwe bi dawî kirin.