Li Silopiyê bernameya dengbêjiyê hat lidarxistin 2020-11-14 15:52:02   ŞIRNEX - Aktîvîstên TJA'yê di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li Silopiyê bernameya dengbêjiyê li dar xist.     Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de li navçeya Silopya ya Şirnexê bernameyeke dengbêjiyê li dar xist. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê beşdarî bernameyê bûn. Jin bi cilên xwe yên herêmî tevlî bernameyê bûn.    Aktîvîsta TJA'yê Aysel Saruhan axivî û diyar kir ku ew ê bernameyên xwe yên bi vî rengî bidomînin û ew ê li her qadên jiyanê li dijî her cûreyên tundiyê tebikoşin. Koma Gulên Botan di dîwanê de cihê xwe girt û stranên xwe gotin. Bername bi klamên dengbêjî bi dawî bû.