Li baxçeyên zeytûnan civiyan 2020-11-14 14:58:45   MÊRDÎN - Aktîvîstên TJA'yê bi minasebeta 25'ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de li Dêrîkê çûn serdana jinên ku di baxçeyên zeytûnan de dixebitin.    Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna  Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de çûn serdana jinên ku di baxçeyên zeytûnan de dixebitin.    Parlamenter û berdevka HDP'ê Ebrû Gunay jî tevlî bernameya jinan bû. Jinên ku di baxçeyên zeytûnan de dixebitin eleqeyek mezin nîşanî serdanê dan. Aktîvîstên TJA'yê yek bi yek çûn baxçeyên zeytûnan. Di serdanan de jinan broşurên ku behsa kampanyaya "Em xwe diparêzin" dike hat belavkirin.