Talûkeya jiyana Evîna ku bi çeka polîsan birîndar bû didome 2020-11-14 10:57:31   WAN - Talûkeya jiyana Evîn Kanli ya ku ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin didome. Dayika Evînê, Fatma Kanli got:"Evînê dikare ku jiyana xwe ji dest bide. Evînê li ber sekeratê ye."   Hatibû gotin ku di 27'ê Mijdarê de li Kuçeya Kumbêt a Norşîna Bedlîsê polîsan Evîn Kanli bi giranî û mêrê pê re zewicî Ferit Kanli jî ji nigê wî birîndar kirine. Evîna ku di destpêkê de rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê ji 9'ê Mijdarê heta niha li Servîsa Beşa Lezgîn ya Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Yuzuncu Yilê ya Wanê tê tedawîkirin. Bijîşkan diyar kirin ku talûkeya jiyanî ya Evînê ya ku heta niha çar emeliyat derbas kiriye dewam dike.    'Polîsan keça min şand navnîşana ku tundî lê didît'   Fatmayê têkildarî tiştên ku qewimî wiha berteka xwe nîşan da:"Keça min ji aliyê mêrê pê re zewicî gelek carî bi tundiyê rû bi rû hat hiştin. Em çûn gel polîs me giliyê wî kir. Polîsan ji me re gotin 'di nav malbatê de çareser bikin'. Evînê dîsa birin gel mêrê tundî lê dikir. Ji ber tundiyê çû li stargehê ma. Min keça xwe bir Stenbolê û min ew li gel malbata xwe bi cih kir. Mêrê pê re zewicî tim gef lê dida xwarin. Roja bûyer qewimî jî Evînê li gel bapîrê xwe bû. Polîs hatin ji bo mêrê pê re zewicî wê îkna bikin bi zorê ew girtin. Polîsan gotin 'em soz didin tiştek bi keça we nayê'. Lê belê keça min bi giranî birîndar kirin."   'Polîsan jî derb berdan'   Fatmayê behsa roja bûyerê kir û wiha got:"Polîs ji bo mêrê bi Evînê re zewicî bigirin Evînê bi kar anîn. Dawiyê mêrê bi Evînê re zewicî Evînê rehîn girt. Polîsan jî zanîbûn Evînê li malê ye lê belê dîsa jî derb berdan. Şahidan jî dîtin ku polîsan derb berda Evînê dane."   Li malbat Evînê gefa mirinê hat xwarin   Fatmayê da zanîn ku Ferit Kanli û malbata wî gefên mirinê li wan dixwin û wiha dewam kir:"Ewlehiya me tune ye. Hevjînê wê tim gefan li min dixwe. Ji min re dibêje ez ê dev ji keça te berdim û te jî bikujim. Ji hevjînê min jî dibêje ez ê guhê te jê bikim. Polîsan çawa keça min bir hinda vî hovî. Niha keça min li nexweşxaneyê li ber sekeratê ye."   Fatmayê herî dawî wiha got:"Keça min dikare ku jiyana xwe ji dest bide. Ez ê çi bikim nizanim. Çima dewletê li keça min da?"