'Di fermanê de parastina me nekirin bila îro jî parastina me nekin' 2020-11-14 09:13:26   Viyan Seîd   ŞENGAL - Endama TAJE'yê ya bajaroka Sinune Delal Şengalî diyar kir ku bi hevpeymanê berjewendiyên Şengalê esas nayê girtin û endama Meclîsa Gel a Sinune Cane Sileman jî destnîşan kir ku kesên ku di fermanê de parastina Şengalê nekirin bila îro jî neyên.    Bertek û nêrazîbûnên jinên êzidî ya li hemberî hevpeymana Hewlêr û Bexdayê didomin. Jinan bi yek dengî da zanîn ku tu hêzek din li Şengalê ji bo parastinê naxwazin. Endama Tevgera Azad a Jinên Êzidî (TAJE) a bajaroka Sinune ya Şengalê Delal Şengalî û endama Meclîsa Gel a Sinune Cane Sileman li hemberî hevpeymanê bertekên xwe anîn ziman.    'Tu cudahiya wan ji DAÎŞ'ê nîne'    Delal, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya tifaqa şêniyên Şengalê û got: "Bi hevpeymanê berjewendiyên Şengaliyan esas nehatiye girtin. Di vê tifaqê de dewleta tirk û Amerîka jî heye. Dixwazin bi hev re hêza me ya ku derketî holê ji holê rakin. Heke vîna me ji holê rabe em ê wekî berê bibin kole. Em weke jin û dayikên Êzidxanê vê biryarê û tu carî qebûl nakin. Di dema fermanê de ne tenê peşmerge, leşkerên Iraqê jî li vir bûn û parastina me nekirin. Jin, zarok, pir û kal vê demê kedin destê DAÎŞ'ê. Heta îro jî jin li bazaran tên firotin. Em weke Şengalî vê biryare qebûl nakin û em niha naxwazin bên me biparêzin. Êdî em dikarin xwe biparêzin. Me ji bo biryarê meş li dar xistibû lê êvarê jî arteşa tirk êrîşê zarokên me kirin. Tu cudahiya wan ji DAÎŞ nîne."   'Em hêzên ku me naparêzin naxwazin'   Cane, jî di axaftina xwe de bal kişand ser parastina civaka êzidî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kî/kê dibe bila bibe yên ku di dema xwe de parastina me nekir, bila îro neyê ser axa me. Kijan hêz dibe bila bibe. Yen parastina me neke û dîsa bireve em qebûl nakin. Heza me xwe parastinê heye. Êdî zarokên Şengalê me diparêzin. Keç û xortên Êzidxanê parastina me dikin. Em carek din serê xwe li hemberî fermanê natewînin. Îro jî hikûmeta Iraqê parastina me nake heke parastinê bikirana êrîşêh hewayî pêk nedihatin."