Kujerên Selamet Yeşilmen hîna nehatine aşkerakirin 2020-11-14 09:12:08   MÊRDÎN - Selamet Yeşîlemen di pêvajoya qedexeya derketina derve de li Nisêbînê di hewşa mala xwe de hatibû qetil kirin. Di dosyaya Selametê de rexmê ku şahidên buyerê hene jî 5 sal in tu pêşketin tune ye. Parêzerê dozê diyar kir ku bi hinceta  gelek dem di ser dozê re derbaa bûye dosyayê bigire.     Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 13’ê Mijdara 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû îlankrin û di roja sêyem a qedexeyê de Selamet Yeşîlmen (44) li hewşa mala xwe ya ku li taxa Firatê yê bibû hedefa gûleyan û hatibû qetilkirin.   Li gorî îfadeya şahidan “Êriş ji aliyê maşîneya zirxî ya leşkerî ve pêkhatiye” Lê li gel vê îfadeya şahidên bûyerê jî 5 sal in doz berdewam dike û kuşerên selametê nayên aşkerakirin.    Îfade heye lê kujer tên parastin   Derbarê qetilkirina Selametê de parêzerên dozê serî  li serdozgeriya Nisêbînê dabûn. Di dosyaya ku 5 sal in hatiye vekirin de rapora otopsiyê û îfadeya 4 şahidan cih digire. Li gorî agahiyên me ji parêzeran girtin îfadeya hemû şahidan bi vî rengî ye: “Li serê taxê maşîneyek leşkerî ya zirxî a ku dişibe panzerê rawestayî bû. Guleyên ku Selamet kuştin û zarokên me birîndar kirin ji wê maşîneyê hatin berdan.” Rexmê îfadeyên şahidan dozger dibêjin “Delîl têr nakin ku em kujeran tespît bikin” û ji ber vê sedemê jî 5 sal in di dosyayê de tu pêşketin pêk nehatiye. Herwiha parêzeran diyar kirin ku bi hinceta gelek dem di ser vekirina dozê re derbas bûye dixwazin dosyayê bigirin.     Di bûyerê de çavê wê kor bû   Di bûyera ku di encamê de Selametê hat qetilkirin de çavekî Sevcan Yeşîlmen jî hat korkirin û Sevcan jî hîna tedawiyê dibîne. Li gorî agahiyên me ji malbatê girtin Sevcanê çavê wê platîn tê de û çavê wê yê din jî ji vî platînî zirerê dibîne. Her ku diçe xeteriya ku Sevcanê ji çavên xwe yê din jî kor bibe berdewam dike.