Ji bo Enes Ata 14 sal in bi pêy edaletê ne 2020-11-14 09:10:54   Şehrîban Aslan   AMED - Enes Ata (8) di sala 2006'an de li Amedê ji hêla polîsan ve hat kuştin û derbarê polîsên ku dihatin darizandin de biryara bereatê hatibû dayîn. Bavê Enes Selamettîn Ata derberê biryarê de bertekên xwe anî ziman û got: "14 sal li ser bûyerê derbas bû lê edalet pêk nehat. Êdi hêviya min ji edaletê nemaye."   Di sala 2006'an de li Mûşê 14 PKK'ê di encama pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn û 4 cenaze anîn Amedê û li vir definkirin. Piştî merasîma cenazeyê li Amedê hefteyek çalakî pêk hat û di encama çalakiyan de Mehmed Akbulut (18), Halîl Sogut (78), Tarik Ataykaya (23), Mehmet Işikçi (19), Mustafa Eryilmaz (26), Emrah Fîdan (17), Abdullah Duran (9), Enes Ata (6), Mahsum Mizrak (17), Îsmaîl Erkek (8), Îlyas Aktaş (24), li Mêrdinê Ahmet Araç (27), Siddik Onder (22) û li Êlihê jî Fatih Tekin (3) jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer bi navê "Bûyerên 28'ê Adarê" hat nasîn û 14 kes di bûyeran de jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bibûn.   12 salan doz li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîs Hayrettîn A., Bîlal O. û Nûrî O yên ku bibûn sedema mirina Mahsûn û Enesê di danişîna 26'ê nîsana 2018'an de bi hinceta ku delîl kêm in beraat kirin. Rojên borî Dadgeha Îstînafê jî biryara bereatê erê kir. Lê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê biryarê bir Dadgeha bilind.    '14 sal in bê Enes dijîn'   Derbarê biryarê de bavê Enes Selamettîn Ata ji ajansa me re axivî û di serî de bal kişand ser Enes û got: "Enes hêj biçûk bû dayika xwe winda kir. Zarokek jêhatî bû û li dibistanê zarokekî serkeftî bû. Em 14 sal in bê Enes dijîn. Ji ber ku Enes dayika xwe windakiribû em bêtir li ser disekînin. Niha li malê tiştekî Enesê nîne ji ber ku ez êdî nikarim rakim û dilê min pir diêşe."    'Danişîn wekî lîstîkên şonayê bû'   Selamettîn di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêvajoya dozê: "Piştî 2 salan doz hat vekirin. Danişîn wekî lîstikên şanoyê bû. Doz bi planî û pergalî hat destpêkirin. Me zanî ku derbarê dozê de talîmat tên dayîn. Tenê polîsek gule berda bû lê emniyet navê 3 polîsan da. Dizanîn ku kî gule berdaye lê 3 kes hatin darizandin. Çekê ku bû sedema mirina kurê min ji holê hat rakirin û her wiha guleya ku ji bedena kurê min derket li cihê emanetê ya edlî hat windakirin. Bi vî rengî li holê tiştek nema û êdî polîs jî tevlî danişînan nebûn."    'Em ê li pêy mafê xwe bin'   Selamettîn, di axaftina xwe de behsa nêzîkatiya dozger kir û wiha axivî: "Dozger ji min re got 'Di nava qelebalixê de çawa gule tê kurê te dikeve. Ez çi bikim?' Êdî vijdana mirovan nemaye. 14 sal in ez ji bo Enesê têdikoşim. Her carê 3 meh an jî 4 meh danişîn taloq dikirin. Her tiştî li gorî xwe plan kirin. Dosya çû Îstînafê û 8 meh li vir ma. Ji ber ku nêrîna Wezareta Polîtîkayên Civak û Malbatê nehatiye girtin vegerandibû. Piştre du car din danişîn pêk hat û herî dawiyê jî biryara bereatê ji bo 3 polîsan hat dayîn. Carek din dosya çû Îstînafê û 2 salan jî li vir ma. Em nizanin dê kengê bi encam bibe. Êdî hêviya min ji edaletê nemaye. Lê parêzer dev ji dosyayê bernadin. Lê dîsa jî em ê li pêy mafê xwe bin.    '14 sal in bê Enes dijîn'   Derbarê biryarê de bavê Enes Selamettîn Ata ji ajansa me re axivî û di serî de bal kişand ser Enes û got: "Enes hêj biçûk bû dayika xwe winda kir. Zarokek jêhatî bû û li dibistanê zarokekî serkeftî bû. Em 14 sal in bê Enes dijîn. Ji ber ku Enes dayika xwe windakiribû em bêtir li ser disekînin. Niha li malê tiştekî Enesê nîne ji ber ku ez êdî nikarim rakim û dilê min pir diêşe."    'Danişîn wekî lîstîkên şonayê bû'   Selamettîn di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêvajoya dozê: "Piştî 2 salan doz hat vekirin. Danişîn wekî lîstikên şanoyê bû. Doz bi planî û pergalî hat destpêkirin. Me zanî ku derbarê dozê de talîmat tên dayîn. Tenê polîsek gule berda bû lê emniyet navê 3 polîsan da. Dizanîn ku kî gule berdaye lê 3 kes hatin darizandin. Çekê ku bû sedema mirina kurê min ji holê hat rakirin û her wiha guleya ku ji bedena kurê min derket li cihê emanetê ya edlî hat windakirin. Bi vî rengî li holê tiştek nema û êdî polîs jî tevlî danişînan nebûn."    'Em ê li pêy mafê xwe bin'   Selamettîn, di axaftina xwe de behsa nêzîkatiya dozger kir û wiha axivî: "Dozger ji min re got 'Di nava qelebalixê de çawa gule tê kurê te dikeve. Ez çi bikim?' Êdî vijdana mirovan nemaye. 14 sal in ez ji bo Enesê têdikoşim. Her carê 3 meh an jî 4 meh danişîn taloq dikirin. Her tiştî li gorî xwe plan kirin. Dosya çû Îstînafê û 8 meh li vir ma. Ji ber ku nêrîna Wezareta Polîtîkayên Civak û Malbatê nehatiye girtin vegerandibû. Piştre du car din danişîn pêk hat û herî dawiyê jî biryara bereatê ji bo 3 polîsan hat dayîn. Carek din dosya çû Îstînafê û 2 salan jî li vir ma. Em nizanin dê kengê bi encam bibe. Êdî hêviya min ji edaletê nemaye. Lê parêzer dev ji dosyayê bernadin. Lê dîsa jî em ê li pêy mafê xwe bin.