'Bi rêya fîdyeyê ez ji destên çeteyan rizgar bûm' 2020-11-14 09:05:52   HESEKÊ - Cemîle Kako ya ku di 23'yê Sibata 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate revadin û bi rêya fîdyeyê ji çeteyan rizgar bû, niha bi gefên ku dewleta tirk  li ser herêmê dixwe, metirsiyên wê nû dibin.   Hemî neteweyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, para xwe ji êrîş û hovîtiya DAIŞ'ê girtin. Gelê Aşûrî jî di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên ku di 23'ê Sibata 2015'an de, li ser navçeya Til Temirê û gundewarên seranserî çemê Xabûrê, pêk anî, ji komkujiyê û revandinê para xwe girtin.   Di nava 261 Aşûriyên ku hatin revandin de Cemîle Kako jî tevî kurê xwe hebû. Cemîla ya piştî salekê bi rêya fîdyeyê ji destên DAÎŞ'ê rizgar bû, ji ajansa me re behsa tiştên jiyaye kir.   'Çarenûsa me ne diyar bû'   Cemîle kêliyên destpêkê yê êrîşa 23'ê Sibatê wiha bi bîr xist û got: "Di saetên berbangê de dengê guleyan pir dihat, ji me be ku şervan perwerdeya leşkerî dibînin, lê her ku çû deng nêz bû, heya ku me dît çeteyên DAIŞ'ê girtin ser gund. Piştî ku 261 aşûrî di nav de jin û zarok hebûn revandin, kirin du mangeyên gund. Paşê me ber bi çemê Xabûrê ve birin û bi keştîyê me derbasî aliyê din kirin. Wê rojê çarenûsa me ne diyar bû ku wê li kêleka wî çemî çi ji me bikin."   'Rêwîtiya revandinê pir bi êş bû'    Cemîle got ku wê rojê Çemê Xabûrê pir bilind bûbû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî ku me çem derbas kir jin û mêr ji hev cuda kirin. Di heman rojê de ji me re gotin ku em wekî Êzîdiyan li we nakin, hûn dikarin bi fidyeyan derkevin. Piştî gund em birin Çiyayê Kizwanan, Şedadê û paşê Reqayê. Çarenûsa me ne diyar bû, kêliyên ku em dijiyan, me nedizanî piştî wê çi bibe."   'Bi rêya fîdyeyê ez ji destên çeteyan rizgar bûm'   Cemîle diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin yekem cihê wan ên pîroz dêra wan teqandine û wiha pê de çû:"Destpêka ku çeteyan êrîş kir dêr teqandin, çeteyekî digot 'Daxwaza min teqandina dêrekê bû.' Asta hovitiya DAIŞ'ê di teqandina dêr û cihên pîroz de xuya dikir. Kêliya ku em ji gund derdixistin, tê bîra min ku çeteyan bi keştî 3 mayîn anîn û kirin dêrê da ku wê biteqînin, lê ew mayin neteqiyan, lê paşê bi rê û rêbazên din teqandin. Armanc û hedefên wê yên destpêkê teqandina dêran bû. Her wiha danûsitendina çeteyan a bi Aşûriyan ji yên Êzîdîyan cuda bû. Bi qasî ku guh didan Aşûriyan Êzîdî paşguh kiribûn û hemî rengê îşkenceyê li wan dikirin. Heta ku çeteyan tecawîzî zarokên Êzîdî yên 8 salî dikirin. Êzîdiyan rojên pir bi êş jiyan.Ez jî bi rêya fîdyeyê ji destên çeteyan rizgar bûm."   'Armanca êrişan hilweşandina sîstemê ye'   Cemîle bal kişand ser şerê ku li Til Temirê qewimî û wiha dom kir: "Ev 8 sal in û Til Temirê di nava şerekî pir dijwar re derbas dibe, ji ber wê em rojekê jî aramiyê hîs nakin. Taybet êrîşa herî dawî ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser Serêkaniyê pêk hat, metirsiya me ji dubarebûna dîroka 23'ê Sibata 2015'an zêde bû. Di heman wextî de jî armanca dewleta tirk hilweşandina sîstema herêmê ye."   'Bila Aşûrî vegerin ser axa xwe'   Cemîle di dawiyê de bal kişand ser asta bandora şer a li ser gelê herêmê û wiha bi dawî kir: "Şerê ku li herêmê qewimî, di saeta yekemîn de bandor li ser gelê herêmê kir. Ez bangewazî dikim ku Aşûriyên derveyê welat vegerin hembêza Xabûr, ji ber ku ax û welatê mirov rûmet e.