'Li dijî polîtîkayên qirêj divê tifaqa kurdan pêş bikeve' 2020-11-14 09:02:38     Hîkmet Tunç   WAN - Şêniyên Wanê li hemberî geşedanên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Li dijî geşedanên siyasî divê Mesûd Barzanî ji bo yekitiya neteweyî bikeve nav hewldanan. Divê li dijî polîtîkayên qirêj a li hemberî herêmê tifaqa kurdan pêk bê."    Li Herêma Federal a Kurdistanê geşedanên siyasî hêj didomin. Nêzikatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêj jî rojevek germ a Kurdistaniyan e. Ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê û êrîşên arteşa tirk a li hemberî Şengalê hêj didomin. Heta niha PDK li hemberî bangewaziyên ku hatî kirin gavek neavêt. Derbarê mijarê de şêniyên li Wanê ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser hewcedariya yekitiya kurdan.    'Li dijî pirsgirêkan avakirina tifaqê'   Mevlûde Alan, destnîşan kir ku bi tu awayî nêzîkatiya PDK'ê nayê qebûlkirin û got: "Divê Mesûd Barzanî ji xelatiya heyî paşve vegere. Divê polîtîkayên ku  dijminatiya biratiyê dike neyên pêşxistin. Li Mexmûrê salek jortir e amborgoyek heye û li vir lîstîkek qirêj tê meşandin. Divê ev tiş neyê qebûlkirin."    Nezahat Gur, diyar kir ku tu carî şer qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê kurd bi hev re bin. Divê Mesûd Barzanî li dijî şer derkev e. Heke em bibin yek kesek nikare me parçe bike. Divê kurd tifaqa xwe avabike û bi rêya diyologê pirsgirêkên xwe çareser bike. Ez bang li Mesûd Barzanî dikim ku bila helwestek nîşan bide, ji ber ku kesên ku îro dibin sedema kuştina birayê xwe dê sibehê bên kuştin jî."   'Li ser axa me nasnameya me nîne'   Şadiye Aktan, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên ku li herêmê tê meşandin û wiha bi lêv kir: "Divê Barzanî ji bo yeketiya kurdan biketa nava hewldanan. Li ser her axê nasnameya gelan heye lê li ser axa me nasnameya me nîne. Ev tişt nayê qebûlkirin. Em her tim bangevaziyê dikin û dibêjin li pêy şerê qirêj nekevin. Kurd bi hewldana xwe ya li hemberî DAÎŞ'ê ji cîhanê re bûn mînak. Divê Barzanî ne li hemberî kurdan li cem kurdan bibe. Li şûna parçebûnê divê Barzanî ji bo tifaqa kurdan bikeve nava hewldanan. Niha li hemberî Şengalê êrîşek heye divê hikûmeta Herêma Kurdistanê wê tiştî baş bibîne û armanca êrîşan baş binirxîne."   'Divê yekitiya neteweyî pêk bê'   Gurbet Oktay jî bal kişand ser rewşa Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Bi salane PDK neheqiyê li kurdan dike û ev tişt nayê qebûlkirin. Nêzîkatiya Barzanî tenê feydeyê dide welatên din. Em bang li Barzanî dikin ji bo yeketiyê bikeve nava hewldanan."     Devlet Çîftçî jî destnîşan kir ku niha ji bo kurdan tişta herî girîng yekitiye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ligel şer û komkujiyan divê Gelê Kurd hertim bibin yek. Divê kurd ji bo yekitiya neteweyî bên cem hev."    Adalet Akti jî di axaftina xwe de wekî jinên din bal kişand ser nêzîkatiya PDK'ê û û wiha axivî: "Niha çawa hewldidin ku hemû destkeftiyên kurdan bi yek carî bigirin, dê pêşerojê hemû destkeftiyên PDK'ê jî dê bê girtin. Divê PDK neyê lîstîkan."